Rojnameyên Erebî di weşanên xwe yên îro de diyar kirin ku her çend Tirkiye xwe li dijî çeteyan nişan bide jî nayê wê wateyê ku Tirkiye ne li pişt komên çekdar e.
Rojnameya El Ereb diyar kir ku daxuyaniyên Tirkî û Qeterî peyamên aramiyê didin, lê dirastiyê ne de wisa ye. Rojname diyar dike ku tişta balkêş ew e ku Qeter a ku doza çareseriyeke siyasî dike, rê da ku malpereke wê daxuyaniyeke berpirsekî Îranî biweşîne ku tê de gotibû welatê wî amade ye hêzên xwe bişîne Sûriyê, eger Şamê daxwaz bike. Qeter a ku têkiliyên wê yên nêzîk bi komên tundrew ên li bakurê Sûriyeyê re heye, hewl dide xwe ji tiştên diqewimin bide alî, lê nayê wateya ku ew û Tirkyeyê ne li pişt van êrişan in.”
‘Dibe ku DAIŞ dîsa vegere
Rojnameya Şerq El Ewset bal kişand ser encamên êrişên çeteyên hêza xwe ji Tirkiyeyê digirin û diyar kir ku ev yek dibe alîkar ku DAIŞ bi awayekî xurt vegere. Hate gotin, “nûnerên Neteweyên Yekbûyî yê taybet bo Sûriyeyê Geir Pedersen hişyarî da ku rewşa Sûriyê “metirsîdar û diguhere” û got herêmên berfireh li wî welatî di bin kontrola aliyên nedewletî de ne û ew rewş dibe sedema vegera DAIŞê.”
Rojnameya Indipendet Erebiye nivîsî ku ev êrişên çeteyên girêdayî Tirkiyeyê cihêrengiya nijadî û etnîkî li Sûriyeyê têkdibin û gotin: “Ev cihêrengî mozaîkeke bêhempa li Rojhilata Navîn e. Her wiha nivîsî ku ev dewlemendî ji ber kuştina bi hezaran kesan bi sedemên mezhebî û etnîkî, veguheriye rewşek neyînî.