Rojnameyên desthilata Tirkiyeyê bi nûçe û manşetên xwe piştgirî dan êrişên komên çete yên li dijî taxên Kurdan ên li Helebê û hewldana komkujiyê ya komên çete meşrû nîşan didin.
Êrişên komên çete yên girêdayî hikûmeta demkî ya Şamê û Tirkiyeyê yên li dijî taxên Eşrefiyê, Şêxmeqsûd û Benî Zêd ên Helebê berdewam dikin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn di daxuyaniya xwe de diyar kir ku komên çete bi tank, top û dronan sivîlan dikin hedef û heta niha 8 kes hatine kuştin û zêdetirî 60 kesî jî birîndar bûne.
Her wiha kesên unîformayên DAIŞê li xwe kirin jî di êrişan de cih digirin û dîmenên wan hatin weşandin.
Rojnameyên destilata AKP-MHPê jî tevî ku tu hêzeke HSDê li taxên navborî nîn e jî HSD weke hedef nîşan dide. Medyaya desthilatê kuştina welatiyan ango sivîlan, hedefgirtina taxên Kurdan û êrişkarên DAIŞê jinedîtî ve tê û bi zar û zimanî di nûçe û manşetan serwîs kirin. Rojnameyên Tirk di nûçe û manşetan de êrişên li dijî taxan wek êrişên li dijî HSDê nivîsandin û êrişên li dijî taxan jî meşrû dikin.
Rojnameyên Tirk di nûçeyên xwe de îşaret bi Peymana 10ê Adarê kirin û bi eşkereyî nîşan dan ku li pişt van êrişan Tirkiye heye û êrişên komên çete meşrû dikin û belav dikin.
Sernav ango manşetên hin rojnameyan bi vî rengî ye:
Hurriyet: Bi manşeta “Şam li Helebê li HSDê dixe” derket. Di naveroka nûçeyê de îdia kir ku HSDê êrişî hêzên hikûmeta demkî kiriye û li ser vê yekê Şamê dest bi bersivdayînê kiriye.
Rojnameya Sabahê: Di rûpela yekemîn de cih da nûçeya bi sernavê “Şamê şeqamek li HSDê da”. Di nûçeyê de îdia kir ku HSDê sivîl hedef girtiye û li ser vê yekê jî van koman dest bi êrişê kiriye.
Yenî Şafak: Vê rojnameyê jî êriş bi sernavê “Sebrê Sûriyeyê êdî nema” weşand. Di naveroka nûçeyê de îdia dike ku HSDê sivîlên li Helebê bi ÎHA, top û fuzeyan hedef girtiye. Her wiha îdia dike ku HSD bi Peymana 10ê Adarê nake, xwe fesix nekiriye û bi vî awayî hewl da êrişên li dijî HSDê meşrû nîşan bide.
Turkgun: Vê rojnameyê ku nêzî MHPê ye jî di rûpela ewil de cih da nûçeya bi sernavê “Mewziyên HSDê yên li Sûriyeyê rewa ne” weşand.
Rojnameya Akşamê: Êrişên li dijî taxên navborî kir manşeta xwe û bi manşeta “HSD êdî hedefa rewa ye” derket. Di nûçeyê de Kurd weke hedef tên nîşandan û îdia dike ku HSDê sivîlan kiriye hedef.













