• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
21 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Encamnameya sempozyûmê: Divê perwerdehiya pirzimanî pêk were

    Encamnameya sempozyûmê: Divê perwerdehiya pirzimanî pêk were

    DGD-KON: Her ziman beşek ji mîrateya hevpar a mirovahiyê ye

    DGD-KON: Her ziman beşek ji mîrateya hevpar a mirovahiyê ye

    ‘Rûmeta zarokan bi zimanê dayikê destpê dike’

    ‘Rûmeta zarokan bi zimanê dayikê destpê dike’

    Li Pirsûsê Navenda Etûtê ya Ehmedê Xanî hate vekirin

    Li Pirsûsê Navenda Etûtê ya Ehmedê Xanî hate vekirin

    Yekîneyek teknîkî ya Şamê hat balafirgeha Qamişloyê

    Yekîneyek teknîkî ya Şamê hat balafirgeha Qamişloyê

    Dayikên Şemiyê: Murat Yildiz 31 sal in li ku ye?

    Dayikên Şemiyê: Murat Yildiz 31 sal in li ku ye?

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Encamnameya sempozyûmê: Divê perwerdehiya pirzimanî pêk were

    Encamnameya sempozyûmê: Divê perwerdehiya pirzimanî pêk were

    DGD-KON: Her ziman beşek ji mîrateya hevpar a mirovahiyê ye

    DGD-KON: Her ziman beşek ji mîrateya hevpar a mirovahiyê ye

    ‘Rûmeta zarokan bi zimanê dayikê destpê dike’

    ‘Rûmeta zarokan bi zimanê dayikê destpê dike’

    Li Pirsûsê Navenda Etûtê ya Ehmedê Xanî hate vekirin

    Li Pirsûsê Navenda Etûtê ya Ehmedê Xanî hate vekirin

    Yekîneyek teknîkî ya Şamê hat balafirgeha Qamişloyê

    Yekîneyek teknîkî ya Şamê hat balafirgeha Qamişloyê

    Dayikên Şemiyê: Murat Yildiz 31 sal in li ku ye?

    Dayikên Şemiyê: Murat Yildiz 31 sal in li ku ye?

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Rûmeta zarokan bi zimanê dayikê destpê dike’

Enqere / AW

21 SIBAT 2026 - 18:17
Kategorî: ROJANE
A A
Ji Sendikaya Mamosteyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nesrîn Mûsa Reşik ku di Sempozyûma 3yan Navneteweyî de axivî û diyar kir ku ew li Rojava perwerdehiya pirzimanî esas digirin. Ji Sendikaya Lubnanê Samar Assaily jî destnîşan kir ku rûmeta zarokan bi zimanê dayikê destpê dike.

Sendikaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm-Sen) tekildarî 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê 3yemîn Sempozyûma Zimanê Dayikê ya Navneteweyî li dar xist. Sempozyûm li eywana konferansê ya Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê ya li navçeya Çankaya ya Enqereyê hat lidarxistin. Ji Lubnan, Kafkasya, Afrîkaya Başûr, Îrlanda, Îskoçya, Îspanya (Bask-Katalonya), Holanda, Almanya û Rojava tevlî sempozyûmê bûn. Sempozyûm ji bo kesên di têkoşîna azadiya zimanê dayikê de jiyana xwe ji dest dane bi deqîqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştî rêzgirtinê Sekreterê Giştî yê Egîtîm-Senê Zulkuf Guneş axivî û qala mabesta sempozyûmê kir.

Endamê Egîtîm-Senê Osman Îşçî moderatoriya rûniştina 2yan kir. Ewilî Serokê Sendikaya Mamosteyên Îrlandayê Anthony Quinn li ser mijara tecrubeya Îrlandayê axivî. Anthony Quinn anî ziman ku piştî mêtingeriya Îngîltereyê zimanê Îrlandayî hat qedexekirin û wiha got: “Li dibistanan Îngilizî hînî zarokan dikirin. Armanc diyar bû; pişaftin bû. Li ser pirzimaniyê jî em dikarin bêjin ku li gor lêkolînan zarokên bi pirzimanî perwerdehiyê dibînin li gor zarokên yek zimanî serkeftîtir dibin. Li Tirkiyeyê jî bi milyonan kes li malê bi Kurdî, Erebî, Lazkî, Çerkezî diaxivin lê li dibistanan bi Tirkî perwerdehiyê dibînin. Ew jî xizmetê ji pişaftinê re dike. Parastina mafê zimanê dayikê parastina hiqûq û mafê mirovan e. Werin em wisa bikin ku zarokek dema derbasî perwerdehiyê bû bila parçeyekî xwe li pêy xwe nehêle.”

Ji Sendikaya ELAya Baskê Pello Igeregi Santamaria jî li ser tecrubeyên Baskê axivî. Pello Igeregi Santamaria bi lêv kir ku ji ber mêtingeriyê zimanên Fransî û Îspanyolî li erdnîgariya wan serdest bûn û ev tişt gotin: “Li dibistanan zimanê xwe li ser me ferz kirin. Di encamê de gelekî ku zimanê xwe nezanî afirandin. Em jî dixwazin li erdnîgariya me bi Baskî perwerdehî bê dayin.”

‘Ziman di heman demê de bîra civakê ye’

Piştre jî ji Sendikaya Lubnanê Samar Assaily li ser tecrubeyên Rojhilata Navîn axivî. Samar Assaily bal kişand ser qedexeyên li ser zimanê dayikê û wiha pê de çû: “Dema em ji dayik dibin zimanekî me heye. Ew ziman dibe nasnameya me. Bi demê re perwerdehiya em dibînin çiqas xizmetê parastina nasnameya me dike ew girîng e. Perwerdehiya bi zimanê dayikê pir girîng e. Ez mînakekê bidim. Dema Lubnanê me dixwand hem Erebî bû û hem jî dersên zanîstê bi zimanên biyanî bû. Zarokek hebû di pola me de. Dersên wî ne baş bûn. Tu kes pê re nediaxivî. Me ji mamoste re got; ‘Erebî perwerdehiyê bide’. Piştî Erebî perwerde da ew zarok hem serkêftî bû û hem jî me bi hemûyan re diaxivî û rûken bû. Wê demê me got; ‘Rûmeta zarokan bi zimanê dayikê destpê dike’. Ji bo wê jî em hertim parastina mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê dikin. Ziman ne tenê ziman e. Ziman di heman demê de bîra civakê ye.”

Perwerdehiya pirzimanî ya li Rojava

Ji Sendikaya Mamosteyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nesrîn Musa Reşik jî li ser tecrubeyên Rojava bi Zoomê tevlî sempozyomê bû. Dema ku Nesrîn Mûsa Reşik dest bi axaftinê kirli eywanê bi yek dengî dirûşmeya “Bijî berxwedana Rojava” hat berzkirin. Nesrîn Mûsa Reşîk destnîşan kir ku Şoreşa Rojava ku yek jî şoreşa zimanê dayikê bû 14 sal li pêy xwe hiştiye û wiha axivî: “Li Rojava û Sûriyeyê gelek netewe hene. Lê beriya şoreşa kurdî jî di nav de perwerdehiya hemû zimanan hatibû qedexekirin û tenê bi zimanê Erebî perwerdehî dihat dayîn. Lê bi Şoreşa Rojava re me perwerehiya pirzimanî ku hemû netewe bi zimanê xwe perwerdehiyê dibînin da destpêkirin. Civakeke ku rastî pişaftinê hatibû û qirkirina çandî hatibû kirin li Sûriyeyê pêşketibû. Bi şoreşa Rojava re me xwest em dawiya vê yekê bînin û çandan ji nû ve zindî bikin. Ji bo wê jî me mafê perwerdehiya zimanê dayike weke mafekî rewa dît.”

Nesrîn Mûsa Reşîk bal kişand ser geşedanên li Rojava û Sûriyeyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Niha li Rojava ji bo parastina ziman bi hezaran kes li qadan in. Li Sûriyeyê destûreke nû dê bê nivîsandin. Em jî gotûbêj û hevdîtinan didomînin. Ji bo Kurdî û hemû zimanên Sûriyeyê bibin zimanê perwerdehiya fermî em ê têkoşîna xwe didomînin.”

Ji Zanîngeha Dewletê ya Ivane Cavahişvili ya Tiblisê Mariam Gureshidz jî li ser tecrubeyên Kafkasyayê axivî. Mariam Gureshidz li ser pergala perwerdehiya Gurcistanê anî ziman ku zimanê Kurdî heta salên 90î dersên hilbijartî bû û niha jî perwerdehiya zimanê Kurdî nayê dayîn. Mariam Gureshidz got ku divê li Gurcistanê weke Tirkî, Erebî, Îngilizî, bi Kurdî jî perwerdehî bê dayîn.

‘Perwerdehiya bi zimanê dayikê pir girîng e’

Piştre jî Sendikaya Perwerdehiyê ya Almanyayê Fatoş Aydil li ser koçberiya mecburî û zimanê dayikê rawestiya. Fatoş Aydil destnîşan kir ku hemû ziman wekhev in û wiha got: “Divê hemû ziman li dibistanan weke zimanê perwerdehiyê bên dayîn. Li Tirkiyeyê Kurdî hê li dibistanan nayê dayîn. Perwerdehiya bi zimanê dayikê pir girîng e. Yek jî ya girîng zarokên penaber in. Perwerdehiya bi zimanekî biyanî bandoreke mezin li ser zarokan dike. Divê ji bo wan zarokan jî perwerdehiya pir zimanî pêk were.”

Tecrubeyên Katalonya û Galîçyayê

Ji Sendikaya Mamosteyên Îspanyayê Miguel Paz jî li ser tecrubeyên Galiçya axivî. Miguel Paz li ser têkoşîna Galîçyayê ev tişt gotin: “Di dema faşîşt Franco de pêşegekî me gotibû; ‘Ya ku em parastin zimanê me bû.’ Ew gotin pir rast bû. Ziman û erdnîgarî hatin dagirkirin. Niha welatek heye. Jêre dibêjin Portekîz. Zimanê Portekîz di esasê xwe de Galîçya ye. Li Îspanyayê zimanekî weke Galîçyayê hema beje nemaye. Lê li dijî vê yekê berxwedanek jî heye.”

Ji Sendikaya Mamosteyên Îspanyayê Carles Cabrera jî li ser tecrubeyên Katalonyayê axivî. Carles Cabrera destnîşan kir ku mafê wan ên ziman ji aliyê mêtingeriya Îspanyayê de rastî qedexeyan hatiye û wiha axivî: “Partiyên çep jî yên sosyalîst ên Îspanyolê jî li dijî me û zimanê me ne. Îspanya pir dûrî demokrasiyê ye. Dema me referandûma xweseriyê li dar xistin em rastî tundiyeke mezin hatin. Ji bo wê em dibêjin; ‘An niha an jî tu caran’. Ji bilî xweseriyê çareseriya me tune ye.”

Piştî axaftinan rûniştinan 2yan bi dawî bû.

Evrîm Gulez moderatoriya rûniştina 3yan kir û li ser bingeha Zimanê Dayikê li Tirkiyeyê pêkanîna Modelên Perwerdehiya Pir Zimanî gotûbêj hat kirin.

Ewilî rojnamegerê Ermenî Pakrat Estukyan li ser mînakên pêkanînê ji perwerdehiya pirzimanî rawestiya. Pakrat Estukyan bi lêv kir ku li Tirkiyeyê ji ber pergala yek zimanî ji holê rabûnê re rû bi rû maye û got: “Lê em bi milyonan kes vê rojê dibêjin; ‘Zimanê me rûmeta me ye’. Em ê bi ser bikevin.”

‘Daxwaza serekê ya Kurdan perwerdehiya bi Kurdî ye’

Piştre Mamosteyê Zimanê Kurdî Mikaîl Bulbul axivî. Mikaîl Bulbul jî bal kişand ser qedexeyên li ser Kurdî û wiha got: “Heta 99an qedexeyeke mezin li ser Kurdî hebû. Piştî 1999an qedexeya li ser Kurdî kêm be jî rabû. Qonaxa yekem bi kovar û rojnameyan re destpê kir. Piştre qursên Kurdî hatin vekirin. Ew jî qonaxa 3yemîn a ji bo Kurdî bû. Qursên Kurdî hê jî xebatên xwe didomînin. Piştre Kurdî weke bijarte di dibistanan de ders tê dayîn. Gelek astengiyên li pêşiya Kurdî hene. Perwerdehiya bi Kurdî ji aliyê Kurdan ve daxwazeke sereke ye. Çend roj berê rapora hevpar a komisyona meclisê ku di çerçoveya pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye damezradin hat ragihandin. Di raporê de yek car jî qala Kurdî nehatibû kirin. Dijminatiyeke wisa li dijî Kurdî heye. Li ser pergala pir zimanî Kurdî dikare bibe zimanê perwerdehiya fermî. “

Akademîsyên Esengul Ayyildiz jî li ser mijara çavderiya qada zimanê dayikê kerî çi te? axivî. Esengul Ayyildiz diyar kir ku ew jî weke Kurdek rastî pişaftinê hatiye û got: “Ez ji ber rastî pişaftinê hatime şerm dikim. Lê ew pişaftin ne ya kesan e ya kesên civakê asîmîlê dikine.”

Rewşa Lazkî û Çerkezî

Ji Komeleya Piştgirî û Çandî ya Lazan Armagan Serdaroglu li ser pêvajoya ji holê rabûna Lazkî û vejîna wê axivî. Armapan Serdaroglu bi zimanê xwe yê Lazkî dest bi axaftinê kir û ev tişt gotin: “Em jî hewl didin zimanê xwe biparêzin û derbasî nifşên nû bikin. Em careke din li vir jî dibêjin ku Lazkiya me dijî û dê bijî.”

Di dawiyê de aktivîst û lêkolînerê Çerkes Kuban Kural li ser rewşa Çerkesî axivî. Kuban Kural diyar kir ku beriya avabûna komarê Çerkesan bi zimanê xwe kovar derxistine û gelek xebat kirine û wiha got: “Piştî komarê Çerkes jî tune hatin hesibandin. Di serdema komarê de cara yekem Çerkes sirgun bûn. Cenderme li ber malan disekinîn û guhdar dikirin ka di malan de Çerkesî diaxivin an na. Çerkesî niha tenê ji aliyê kesên temên mezin ve tên axaftin. Heke ji bo Kurdî çareseriyek pêk neyê mixabin rewşa Kurdî jî dê weke Çerkesî ji holê rabe.”

Piştî axaftinan rûniştin bi dawî bû. Sempozyûm dê bi forûm û encamnameya sempozyûmê ve berdewam bike.

 

Etîket: Egîtîm SenEnqereSempozyumziman
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Encamnameya sempozyûmê: Divê perwerdehiya pirzimanî pêk were

Encamnameya sempozyûmê: Divê perwerdehiya pirzimanî pêk were

21 SIBAT 2026
DGD-KON: Her ziman beşek ji mîrateya hevpar a mirovahiyê ye

DGD-KON: Her ziman beşek ji mîrateya hevpar a mirovahiyê ye

21 SIBAT 2026
Akademîsyenê Holandî: Kurdî xwedî bingeh e, zimanê perwerdehiyê ye

Akademîsyenê Holandî: Kurdî xwedî bingeh e, zimanê perwerdehiyê ye

21 SIBAT 2026
Sempozyûma 3yemîn a Zimanê Zikmakî dest pê kir

Sempozyûma 3yemîn a Zimanê Zikmakî dest pê kir

21 SIBAT 2026
Li Wanê panela ziman: Divê hişmendiya ziman bê pêşxistin

Li Wanê panela ziman: Divê hişmendiya ziman bê pêşxistin

20 SIBAT 2026
Li Enqereyê Roja Zimanê Dayikê hat pîrozkirin

Li Enqereyê Roja Zimanê Dayikê hat pîrozkirin

16 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Li Kurdistanê divê her xebatên saziyan bi Kurdî be

    Abdullah Ocalan: Li Kurdistanê divê her xebatên saziyan bi Kurdî be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevserokê PYDê: Şandeyek li ser navê Îmraliyê ji Nisêbînê hat Qamişloyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bakirhan: Rapora hevpar ji bo birêz Ocalan wê encaman bi xwe re bîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kurdî li ser dika cîhanê ye: ‘Şînok’ êdî li ser qenala fermî Smurfsanê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Banga Kurdan: Bila Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sempozyûma 3yemîn a Zimanê Zikmakî dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Gelê Kurd dikare bi yekîtiyê xwe biparêze’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Divê Kurdî ji pêşdibistanan heta zanîngehan bibe zimanê perwerdehiyê’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Emê ji bo Kurdî bi Şamê re civînên nû çêkin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (788)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne