Şirnex- Rûspiyên Şirnexê derbarê pêvajoya heyî de gotin ku ji bo aştiyê hewceyî bi tifaqa Kurdan heye û divê Abdullah Ocalan were berdan da ku li ser maseya aştiyê rûne.
Li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk heya îro gelek aliyên civakê nêrînên xwe anîne ziman. Di van nêrînan de geh piştgirî, geh rexne û hin caran jî gotinên weke ‘aliyê dewleta tirk baweriyê nade’ derdikevin pêş. Rûspiyên êlên Şirnexê jî derbarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ku di 27ê Sibatê de bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan destpê kir nêrînên xwe ji ajansa me re anîn ziman.
PKKê û gelê Kurd gav avêtiye êdî dora dewletê ye
Mehmet Tahir Berk ku rûspiyê Qeşûriyan e û li Gundê Aroşê dijî diyar kir ku şerê heya îro hatiye kirin zerareke mezin daye her kesî û wiha axivî; “Em spasiya Ocalan, Erdogan, Bahçelî û Barzanî dikin ku dest bi vê silhê kirine. Mirada me hemûyan ew e ku ev silh pêk bê. Ji bo pêkhatina silhê pêşengên me çi ji me dixwazin em amade ne. PKKê çekên xwe şewitandin ev yek ji bo aştiyê pêngava herî mezin e û divê li hember vê pêngavê dewlet jî gavekî biavêje êdî.”
Bila şertên Ocalan dibêje qebûl bikin
Mehmet Şîrîn Mûngan ku weke rûspiyekî Eşîra Teyiyan tê naskirin da zanîn ku ji bo aştî pêk were divê şertên gelê Kurd jî pêk werin û ev tişt anîn ziman; “Silh tişteke gelek spehiye lê divê şertên me pêk bên. Silh divê du alî be. Divê şertên ku Serokê me gotine pêk bînin. Bi hezaran zarokên me hatin kuştin, bi hezaran gundên me hatine valakirin, bi hezaran zarokên me di zindanan de ne. Divê hesabê van hemûyan bê dayîn. Baweriya me bi Rêberê me heye, tişta Serok bêje, miheqeq ê pêk bîne. Em li pişt partiya xwe ne. Ez bang li hemû Kurdan dikim tifaqa xwe xurt bikin.”
Tişta hatiye despêkirin divê heya serî bibin
Ji êla Goyiyan Elîxan Ozhan destnîşan kir ku aştî hesreta her kesî ye û wiha got; “Ji bo şer çiqas cesaret hewce be, ji bo aştiyê zêdetir cesaret hewce ye. Derfeta aştiyê, derfeteke gelek girîng e. Ji ku dera zerarê mirov raweste, ev yek feyde ye. Gelê me daxwaza aştiyê dike. Divê tişta hatiye destpêkirin heya serî biçe. Ev pêvajo li her mile herdu aliyan e. Dema çû serî em hemû dê memnûn bin. Em spasiya wan kesan dikin ên ku ev pêvajo dane despêkirin.”
Divê Ocalan û dewlet li ser maseyekî rûnên
Ebakir Yakarcik ê ku ji êla Kiçiyan e û li Cizîrê dijî bi lêv kir ku ji bo aştiyê divê tifaqa Kurdan di asta herî jor de pêk were û ev tişt anî ziman; “Niha ji bo serkeftina şer, tifaq lazim e lê ji bo serkeftina aştiyê sê qat zêdetir tifaqa Kurdan lazim e. Eger qala silhê tê kirin divê herdu alî li ser maseyê rûnên. Divê Serokê me û yên dewletê li ser maseyekî rûnên, ne wiha be silh pêk nayê. Bila aliyên silhê yên din jî hebin. Bila bêjin cîhanê vaye em û Kurd li ser maseyê rûniştine. Em hêvî dikin silheke baş were kirin.”
Divê qanûn zû werin çêkirin
Reşît Gerez ê ku ji navenda Şirnexê ye, kêmasiyên pêvajoyên beriya niha pêk hatine bi bîr xist û wiha axivî; “Beriya niha pêvajo hatin jiyîn lê ji ber ku qanûn nebûn gelek kes hatin girtin. Divê ewil qanûn werin guhertin. Ev qanûn li gor pêvajoyê yek û yek divê werin derketin. Tişta ku vê pêvajoyê bibe serî guhertina qanûnan e. Em bang li berpirsyarên Kurdan û Tirkan dikin ku zû gavan bavêjin. Ji ber ku dema av di golê de dimîne genî dibe. Çiqas zû pêvajo bi encam bibe karê dê ewqas baş bibe. Ez bang li Kurdan dikim ku dema mijar bibe Kurd hemû bibin yek.”