Serokkomarê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy li ser hesabê telegramê daxuyanî da û anî ziman ku Dewleta Rusyaye li gel agirbestê 2 hezar û 900 caran agirbest îhlal kiriye.
Waliyê bajarê Herson ê Başûrê Ukraynayê anî ziman ku Serokdewletê Rusyayê Vladimir Putin li gel 30 saetan agirbesta Paskalyayê îlan kiriye jî dîsa êrîşên xwe berdewam dike. Walî da zanîn ku di encama êrîşa li dijî bajar de 3 welatî hatin kuştin. Waliyê Hersonê Oleksandr Prokudin, li ser telegramê daxuyanî da û anî ziman ku di nava 24 saetan de 3 welatî hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûne.
Serokkomarê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy jî anî ziman ku Rûsya li gel agirbestê 2 hezar û 900 caran agirbest îhlal kiriye.