Wêzîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bi hevpîşeyê xwe yê Ummanê re bi rêya telefonêde axivî û ji bo hevdîtinên li ser nukleeriyê berdewam bikin bang kir.
Derbarê hevdîtina bi telefonê de Ajansa TASS ya Rûsyayê agahî da. Di agahiyê de hat gotin ku Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Karên Derve yê Ummanê Bedr bin Hamed el-Busaidi bi telefonê hevdîtin kirin û di hevdîtinê de li ser hevdîtinênê Amerîka û Îranê ya li ser nukleerê axivîn.
Ajans di daxuyaniyê de diyar dike ku alî di hevdîtinê de li ser rewşa Îranê û hevdîtinên di navbera nûnerên Amerîka û Îranê de bi navbeynkariya Ummanê li Mastakê pêk hat de dan û sitandin kirine. Taybet jî der barê muzakereyên piştî hevdîtina rûbirû di ser nînerên Ummanê re pêk hatine dan û stendin hatine kirin.
Di daxuyaniyê de tê gotin ku Rûsya û Umman ji aliyan dixwaze hevdîtin di çarçoveya rîska şereke pêkan ji holê rake, ewlehiya heremê bigire garantiye û di vê babetê de muzakere bidome.
Di daxuyaniya ajansê de tê gotin ku Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Lavrov, Ummanê ji ber kade wê ya ji bo pêşketina hevdîtinê daye spasiya wê kir.













