Rûsyayê şeva borî bi 270 dron û 10 mûşekan êrişî Ukraynayê kir. Ukrayna jî bi ser vê yekê li Volgogradê binesaziya petrolê ya Rûsyayê bombebaran kir.
Hêzên hewayî yên Ukraynayê ragihand ku Rûsyayê şeva borî 270 dron û 10 mûşek avêtine Ukraynayê û di encamê de li herêma Chernihiv a bakurê welat binesazî zirar dîtiye.
Li gorî Reutersê, pergala parastina hewayî ya Ukraynayê 230 dron û 6 mûşek xistine xwarê û li 16 cihan jî 4 mûşek û 40 dron hatine tesbîtkirin.
Rêveberiya herêma Volgograd a Rûsyayê jî daxuyand ku ji ber êrişên Ukraynayê yên bi dronan agir bi parzûngeha petrolê û banê nexweşxaneyekê ketiye. Her wiha seferên hewayî yên li herêmê, derdora 3 saetan hatine rawestandin.
Hate ragihandin ku hêzên Ukraynayê êriş biriye ser xeta petrolê ya Druzhba ya Rûsyayê ya girêdayî santrala Nikolskoye li Tambovê. Di encamê de herikîna petrolê bi tevahî rawestiyaye. Ev xet jî wek rêyeke girîng a dabînkirina enerjiyê ji bo Ewropaya Navîn tê dîtin.