• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
05 ÇILE 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Gel li rojhilatê Kurdistanê û Îranê li ser piyan e

    Gel li rojhilatê Kurdistanê û Îranê li ser piyan e

    Li ser sînor cenazeyê kesekî hat dîtin

    Li ser sînor cenazeyê kesekî hat dîtin

    Hêzên Ked û Demokrasiyê: Em ê Venezuelayê bi rê ve bibin!

    Hêzên Ked û Demokrasiyê: Em ê Venezuelayê bi rê ve bibin!

    Ferhad Şamî: Civîna li Şamê bi dawî bû

    Ferhad Şamî: Civîna li Şamê bi dawî bû

    Ji ber xemsariyê gund mane bêceyran

    Ji ber xemsariyê gund mane bêceyran

    Li gundewarê Efrînê jinek ciwan hat revandin

    Li gundewarê Efrînê jinek ciwan hat revandin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Gel li rojhilatê Kurdistanê û Îranê li ser piyan e

    Gel li rojhilatê Kurdistanê û Îranê li ser piyan e

    Li ser sînor cenazeyê kesekî hat dîtin

    Li ser sînor cenazeyê kesekî hat dîtin

    Hêzên Ked û Demokrasiyê: Em ê Venezuelayê bi rê ve bibin!

    Hêzên Ked û Demokrasiyê: Em ê Venezuelayê bi rê ve bibin!

    Ferhad Şamî: Civîna li Şamê bi dawî bû

    Ferhad Şamî: Civîna li Şamê bi dawî bû

    Ji ber xemsariyê gund mane bêceyran

    Ji ber xemsariyê gund mane bêceyran

    Li gundewarê Efrînê jinek ciwan hat revandin

    Li gundewarê Efrînê jinek ciwan hat revandin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Şagirtên Huseyîn Aykol: Bi nirxên ava kirinê dê bi me re bijî

Mahmût Altintaş / AW

4 ÇILE 2026 - 09:01
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Enqere – Şagirt û hevalê Huseyîn Aykol rojnameger Serdar Altan diyar kir ku oxirkirina koça dawî ya mamosteyê Çapemeniya Azad ne xatir xwestinek bû û got: “Bi nirxên ava kirinê dê bi me re bijî. Ji bo wê jî em nikarin bêjin em xatir jê dixwazin.”

Mamosteyê Çapemeniya Azad rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol di 14ê Cotmehê de li mala xwe ya li Enqereyê, xwîn çûbû ser mejiyê wî û rakiribûn Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sîncanê. Huseyîn Aykol ku 77 rojan li beşa çavdêriya awarte dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Huseyîn Aykol ji aliyê heval û hogirên xwe bi merasîmeke hat oxirkirin. Ji bo Huseyîn Aykol li şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê şîn hat danîn. Şîn dê di roja 3an de bidome. Serdan ji aliyê malbat û hevalên Huseyîn Aykol ve tên qebûl kirin. Ji bo Huseyîn Aykol serdanên şînê didome.

Huseyîn Aykol 36 salan bê navber kedeke mezin da Çapemeniya Azad. Bi hezaran şagirt gihand. Şahidiya demên zor û zahmet kir. Di demên herî dijwar de li berxwe da. Hevalê Apê Mûsa û Gurbetelî Ersoz bû. Pêşengê Çapemeniya Azad Huseyîn Aykol di heman demê de dengê girtiyên siyasî bû. Dema li nexweşxaneyê dihat dermankirin jî ji girtîgehan bi sedan name ji Huseyîn Aykol re dihatin. Heval û Şagirtê Huseyîn Aykol Serdar Altan û nûnerê Federasyona Komaleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hukumxwaran a Medê (MED-TUHAD-FED) a Enqereyê Mehmet Baytekin li şîna Huseyîn Aykol qala têkoşîna wî kirin û hestên xwe anîn ziman.

‘Nirx û berhemên hiştine dê rêya me ronî bike’

Rojnameger Serdar Altan anî ziman ku Huseyîn Aykol ji bo Çapemeniya Azad kedeke mezin da ye û ev tişt gotin: “Têkoşîna wî li ber çavan e. Nirxên ava kirine li ber çavan e. Weke kesayet ji bo Çapemeniya Azad heviyek bû. Têkoşîna wî heviyek ava kiribû. Bi saya wê têkoşînê Çapemeniya Azad xurt e. Mamostê Huseyîn hem ji bo me rojnamegeran mînakek bû û hem jî ji bo civakê mînakek bû. Ew dilnizmiya wî, şoreşgeriya wî mînak bû. Merivekî Sosyalîst bû. Wisa li civakê dinêrî. Dema me oxir kir jî bi sedan kesan ev bi rêkir. Di axaftinan de jî xuya bû ku nirxeke giranbiha ava kir û mîrateyeke mezin li dû xwe hişt. Ji bo nexatirxwestinek bû. Li dû xwe gelek berhem û şagirt hiştin. Bi nirxên ava kirine dê bi me re bijî. Ji bo wê jî em nikarin bejin em xatir jê dixwazin. Nirx û berhemên hiştine dê rêya me ronî bike. Em xemgînin. Lê ji bo ku me ew nas kir û hevaltî kir kêfxweş in. Nirxên avakirine ji bo me şanaziyek e.”

‘Huseyîn Aykol di serî de hevalê Serokatî bû’

Nunerê MED-TUHAD-FEDê ya Enqereyê Mehmet Baytekin jî bi lêv kir ku ew 30 sal in Huseyîn Aykol nas dike û wiha qal kir: “Me ew di nava çapemeniyê de nas kir. Em rojên dijwar de derbas bûn. Hevalên wî hatin kuştin û rojname dihat bombekirin. Lê heval Huseyîn di wan rojên zahmet de roleke mezin girt ser milên xwe. Bi kedeke mezin Çapemeniya Azad bi hevalên xwe re pêşxist. Huseyîn Aykol di serî de hevalê Serokatî bû. Pir dixwast bi Serokatî re hevpeyvînê bike. Berê jî kiribû. Hevalekî pir zîrek bû. Em bawerin şagirtên çapemeniya azad dê kar û xebatên wî pêşbixînin û keda Huseyîn Aykol erdê nahêlin. Bi hezaran şagirt gihandin û ji bo wê jî kêfxweş in.”

Etîket: AFC ChampionshipHuseyîn AykolşagirtSerdar Altan
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Şîna ji bo Huseyîn Aykol bi dawî bû

Şîna ji bo Huseyîn Aykol bi dawî bû

4 ÇILE 2026
8 rojin li Rojhilat û Îranê serhildan didome

8 rojin li Rojhilat û Îranê serhildan didome

4 ÇILE 2026
Şagirtên Huseyîn Aykol ji Rojava peyam şandin

Şagirtên Huseyîn Aykol ji Rojava peyam şandin

3 ÇILE 2026
Tuncer Bakirhan serdana şîna Huseyîn Aykol kir

Tuncer Bakirhan serdana şîna Huseyîn Aykol kir

3 ÇILE 2026
Ji bo Huseyîn Aykol li ÎHDê şîn hate danîn

Ji bo Huseyîn Aykol li ÎHDê şîn hate danîn

2 ÇILE 2026
Cenazeyê Huseyîn Aykol hate veşartin

Cenazeyê Huseyîn Aykol hate veşartin

2 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna dayika Xanim Toprak hat kirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÇILE 2026 (101)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne