Heval û şagirtên Huseyîn Aykol ên li Rojava ji bo wî peyam şandin. Peyam li lenûska bîranînê ya li şînê hatibû danîn hate nivîsandin.
Şîna ku ji bo Huseyîn Aykol li şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqereyê di roja 2an de didome. Li eywana şînê pankarta li ser wêneyê Huseyîn Aykol hebû û li ser “Çinara şoreşger a Çapemeniyê” hatiye daliqandin. Wêneyê Huseyîn Aykol, rojnameya Yenîyaşamê jî li cihê şînê hatiye danîn. Derdora wêne û rojnameyê jî bi qurnefîlan hatiye xemilandin. Nameyên ji girtîgehan ji bo Huseyîn Aykol hatibûn şandin jî li ser masayê hatine danîn. Li cihê şînê lenûskek jî hatiye vekirin. Kesên serdana şînê dikin derbarê Huseyîn Aykol de fikir û hestên xwe dinivisînin.
Hevserokê Giştî yê DEM Partî Tuncer Bakirhan, Cigirê Serokê Giştî yê DEM Partî Tayyîp Temel, parlamenterên DEM Partî û endam û nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl û gelek kesan serdana şînê kirin. Serdanên ji şînê didomin. Kesên serdana şînê dikin li lênûska li cihê şînê hatiyê danîn hest û bîranînên xwe ji dinivisînin. Heval û şagirtên Huseyîn Aykol ku li Rojava dimînin peyam şand. Peyam ji aliyê şagirtê Huseyîn Aykol rojnameger Hayrî Demîr ve li lenûskê hat nivisîn.
Peyam wiha ye;
Jiyana her mirovî bi qastî şevê romaneke dirêj e. Her roman weke çemekî bê dawî ye. Mamoste te ew çem bi gulan av da. Te rêya heqîqetê nîşanî me hemûyan da. Te şahidiya heqîqet û derewan, zilm û berxwedanê, koletî û azadiyê kir. Te hemû tişt bi şagirtên xwe re parve kir. Te car caran bi penûsa xwe qala xwişkiya welat kir. Car caran jî qala zilm û îşkenceyan kir. Car caran êşa welat, serhildanan û hertim bû dengê girtiyên siyasî. Te hertim dixwast Kobanê bibine. Hê tuyê bihata Kobanê. Kobanê ku agîdan li vir can da. Te dê bi devê wan bihîsta berxwedanda bê hempa. Te dixwast li Kobanê ku giyana berxwederên wê li her sukê wê nekşandiyê bigire û behna wan bikşîne. Te bi zarokên ku di nav şer de mezin bû ne re sohbet bikira. Helbet tu ye rastiya berxwedanê li wan hîn bibûna û rastiya xwe jî ji wan re vegotina. Lê nebû…
Te li dû xwe gelek şagirt hiştin ku dê li ser rêya te bimeşin. Şagirtên te li çar aliyên Kurdistanê tiştên ji tê hîn bûnê ve pey şopa te ne hemû xebatkarên Çapemeniya Azad. Berdela wê çibibe bila bibe bi biryar li ser şopa tê dimeşin. Mamostê me mîrateya te ya dîrokî hilgirtiya li ser milan. Weke ku te ew al ji Apê Musa û Gurbetelî Ersozan girtiyê me jî ji te girt niha. Ji bo vî karî cesaret hewceye. Heke ew hebe biryar dariya kar jî dibe. Wê demê jî heza bi îradebûnê derdikeve hole. Em ê bi tiştên ji te hîn kirinê dê hertim di bîra me de be ku em ji mirovahî û welat re deyndarin. Me dixwast ku careke din tê guhdar bike û hembez bike. Ji dûr ve şopandina oxirkirina te pir zor bû ji bo hemû şagirtên te. Xeta te û ya Gurbetelli Ersozan, Ape Musayan, Halil Dag, Selçuk Şahan, Ferhat Tepe, Seyit Evran, Nagihan, Gulistan, Herol, Cihan û Naziman dê hertim bibe pusulaya me. Çapemeniya Azad dê li ser şopa wê ji bo deng û mîrateya wê ragihînê tevî hemû êrişan karê xwe bidomîne. Rojnamegeriya aştiyê mîrateya te ya ku ji me re hiştiyê. Em jî vê berpirsyariyê digirin ser milan û dê vî karî pêkbînin mamoste. Em ê hertim te baş bibîrbînin û karê te ye pîroz bigirin cem xwe û bimeşin.
Oxir be mamoste…”













