Wan – Rojnameger Adnan Bîlen ku şahidiya çalakiyên Serhildana 28ê Adarê ya Amedê kiriye, diyar kir ku Kurdan bi têkoşîna xwe ya li qadê çerxa desthilatdaran şikand û got: “Di wan çalakiyan de 3 peyam hatin dayîn. Peyama herî hişk dan dewletê, ya duyemîn peyam dan tasfîyekaran ku di nava tevgerê de bûn û ya sêyemîn jî peyama têkoşîna xwe dan civaka Kurd.”
Di 24ê Adara 2006an de, di operasyona li herêmên çoltar ên Mûş, Amed û Çewlîgê de 14 HPGyî bi çekên kîmyewî ve hatin kuştin. Piştî karûbarên otopsiyê yên li Nexweşxaneya Dewletê ya Meletiyê, Bulent Tanişik (Amed), Mûzaffer Pehlîvan (Licê), Fatîh Çetîn (Xana Axpar) û Mahmut Guler (Pasûr) di 28ê Adara 2006an de anîn Amedê û li Goristana Yenîkoyê hatin veşartin. Polîsên ku li ber Qereqola 10ê Nîsanê ya li Rezanê tedbîrên tund girtibûn, bi wesayîtên zirxî, bombeyên gazê û ava şid mudaxileyî girseya ku ji goristanê vedigeriya kirin. Bi vê mudaxileyê re bûyer di demeke kin de li seranserî Amedê û piştre li gelek bajar û navçeyan din belav bûn. Di êrîşên polîs û leşkeran de 7 jê zarok, 14 kes jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.
Navên kesên hatin qetilkirin
Di çalakiyên ku hefteyekê dom kirin û li hemû bajarên herêmê belav bûn de li Amedê; Mehmed Akbûlût (18), Halîl Sogut (78), Tarik Ataykaya (23), Mehmet Işikçi(19), Mustafa Eryilmaz (26), Emrah Fîdan (17), Abdûllah Dûran (9), Enes Ata (6), Mahsûm Mizrak (17), Îsmaîl Erkek (8), Îlyas Aktaş (24), li Mêrdînê Ahmet Araç (27), Siddik Onder (22) û li Êlihê jî Fatîh Tekîn (3) hatin qetilkirin. Di raporên otopsiyê de hat diyarkirin ku Mehmed Akbûlût, Halîl Sogut û Mehmet Işikçi ji ber derbkirinê; Mustafa Eryilmaz, Emrah Fîdan, Abdullah Dûran, Fatîh Tekîn, Ahmet Araç û Siddik Onder bi çekê; Tarik Ataykaya, Enes Ata, Mahsûm Mizrak, Îsmaîl Erkek û Îlyas Aktaş jî bi guleyên gazê îsotê hatine kuştin.
543 binçavkirin, 382 girtin

Li gorî rapora Baroya Amedê, di protestoyan de ji aliyê polîs û leşkeran ve 543 kes hatin binçavkirin. Ji kesên hatin binçavkirin 199 zarok bûn û 91ê van hatin girtin. Ji 344 kesên hatine binçavkirin jî 278ê wan hatin girtin. Li gorî rapora Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, 563 kes (200 jê zarok) hatin binçavkirin, 554 kes sewqî dozgeriyê hatin kirin û ji wan 382 kes hatin girtin.
Bersûc nehatin darizandin
Tevî van hemû bûyer û qetlîaman, tenê di dozên Enes Ata û Mahsûm Mizrak de qonaxa darizandinê dest pê kir. Lêpirsînên din bi hinceta “lêgerîna daîmî” pêvajo hat dirêjkirin û dawîkirin. Derbarê 3 polîsên tîmên taybet ên ku bûn sedema mirina Enes Ata û Mahsûm Mizrak de, bi tohmeta “bi qesta bûne sedema mirinê” doza cezayê muebbetê hat vekirin. Di doza Mizrak û Ata yên ku 12 salan li 1emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dom kir de. Dadgehê di 26ê nîsana 2018an de û ji bo polîsên bersûc H.A., B.O. û N.O. yên ku dihatin darizandin, bi hinceta “kêmasiya delîlan” biryara beraatê da. Her du dosye piştre birin Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM). Dosyeyên ku gelek caran birin îstînafê, bi biryara “neşopandinê” bi encam bûn. Tevî ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji ber kesên jiyana xwe ji dest dane gelek caran Tirkiye mehkûm kir jî, tu kes nehat cezakirin.
Peyamên Newroza 2006an
Rojnameger Adnan Bîlen ku şahidiya wan rojan kiriye, derbarê Serhildana 28ê Adarê de got ku di dîroka Kurdistan û Tevgera Azadiyê de qonaxeke girîng bû. Adnan Bîlen destnîşan kir ku serhildana 28ê Adarê hem çerxa desthilatdaran hem jî çerxa felekê şikand û got: “Bi komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye kirin, xwestin Tevgera Azadiyê ji holê rakin, lê tevgerê bi pêngava 1ê hezîrana 2004an ev gef ji holê rakir. Cara yekemîn Kurdan di Newroza 2006an de Xweseriya Demokratîk û Konfederalîzm xwest û ji dewletê re jî got ku ew azadiya Rêberê xwe Ocalan dixwazin. 4-5 roj piştî Newrozê di navbera Mûş, Amed û Çewlîgê de bûyerek çêbû û bi çekên kîmyewî yên dewletê 14 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan. Vê yekê hêrsa gel anî asta herî jor.”

‘Amed rabû ser pêyan’
Adnan Bîlen anî ziman ku dema cenazeyê 6 gerîlayan anîn Amedê bi dehhezaran welatî li ber mizgeftê kom bûn ku wan bispêrin axê. Adnan Bîlen anî ziman ku heta cenaze hatine veşartin cih bi cih mudaxaleya dewletê çêdibû û ev tişt anî ziman: “Dema gel ji piştî veşartinê ji goristanê vegeriya, pir hişk mudaxaleyî girseyê hat kirin. Di wê mudaxaleyê de çekên rast jî hatin bikaranîn û piştre êdî bûyer teqiya. Piştî mudaxaleya polîsan 15 deqe derbas bibûn, di têlsiza polîsan de anons kirin û hat gotin ‘Ofîs xera bû’. Min gelek serhildan û bûyer dîtine, lê tu serhildan weke ya 28ê adarê xwe bi xwe organîze bûyî, nedîtibû. Me bihîst ku hemû Amed rabûye ser pêyan.”
‘Polîs û leşkeran sirûdên nîjadperest dixwendin’
Di berdewamiya axaftina xwe de Adnan Bîlen da zanîn ku leşker jî piştî salan hatin nava Amedê û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Di roja 3yemîn de Erdogan daxuyanî da û gotina xwe ya bi nav û deng “Jin jî be zarok jî be dewlet çi hewce bike dê bike’ got. Bi rastî jî polîs û leşkeran jî ev yek di gotinê de nehişt. Bi gulebaran û lêdanê 7 jê zarok 14 Kurd hatin kuştin. Polîs û leşkeran di nava kolanan de sirûdên nîjadperest dixwendin û camên paceyên welatiyan dişkandin. Heke ev çalakî dirêj bibana, dibe ku bi sedan mirov hatibana kuştin.”
Bersiva ciwanan a ji rayedarên dewletê re
Adnan Bîlen da zanîn ku çalakî di bin kontrola dewletê derket û diyar kir ku ji bo rawestandina çalakiyan rayedarên dewletê û siyasetmedarên Kurd hatin cem hev. Adnan Bîlen got ku çend rayedarên dewletê, siyasetmedarên Kurd û saziyên sivîl çûn li Baglarê bi çalakvanan re hevdîtin kirin û wiha pê de çû: “Weke îro tê bîra min, çalakvanan di nava xwe de nîqaş kir û hatin ji rayedarên dewletê û siyasetmedarên Kurd re gotin ‘Heke PKK ji me nexwaze, em ji van kolanan venakêşin’. Çalakî hatin wê astê ku dewletê ji siyasetmedarên Kurd xwest xwe bigehînin Rêveberên PKKê û van çalakiyan bidin sekinandin. Piştî 3 rojan PKKê daxuyaniyek da û çalakî sekinîn.”
‘Di çalakiyan de 3 peyam hatin dayîn’
Adnan Bîlen bal kişand ser helwesta dewletê ya piştî sekinîna çalakiyan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dewletê ev yek careke din berovajî kir û di hemû kûçe û kolanên Amedê de bi sirûdên nîjadperest ku xwestin Kurdan pê biêşînin, bi leşker û polîsan meşiyan. Di wesayîtên xwe de stranên mîna ‘Olurum Turkiyem’ vedikirin û digeriyan. Welatî ji bo temaşe bikin derdiketin paceyan, lê gule dirêşandin malên xelkî û camên wan dişkandin. Wê şevê jî bi dehan kes birîndar bûn. Lê weke min gotî Serhildana 28ê Adarê çerxa dewletê şikand. Di wan çalakiyan de 3 peyam hatin dayîn. Peyama herî hişk dan dewletê, ya duyemîn peyam dan tasfîyekaran ku di nava tevgerê de bûn û ya sêyemîn jî peyama têkoşîna xwe dan civaka Kurd. Ji wê rojê heta îro civak hêj jî li ser esasên pêngava 1ê Hezîrana 2004 û Serhildana 28ê Adarê dimeşe. Divê mirov ji bîr neke ku di dîroka Tevgera Azadiyê de gelek bûyerên mezin hene û yek jî Serhildana 28ê Adarê ye.”













