Şahiya Dîrok, Çand û Gastronomiyê ya Hîlarê li Erxeniyê roja duyem berdewam dike.
Bi pêşengtiya şaredariya Erxeniyê 2yemîn Şahiya Dîrok, Çand û Gastronomiyê li Park Ormanê ya li taxa Dîcleyê ya Erxeniyê berdewam dike. Şahî li Park Ormanê bi danasîna xwarinên herûmî dest pê kir. Piştî bernamê hevşaredarên Erxeniyê û gelek kes çûn li çiyayê Meqamê, şikefta sarnicên avê, dêra Dayika Meryem û tirba Enûş pêxember ziyaret kirin. Saet 4an de jî bi beşdariya Zarok Ma yê li Park Ormanê bi zarokan re bernameya lîstok, wênexêzî û stranan hat lidarxistin.
Bernameya îro dê saet 7an bi konsera Mehmet Atli û hunermendên herêmî berdewam bike.