• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
05 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Navenda polîsan a Seqizê hate rûxandin

    Navenda polîsan a Seqizê hate rûxandin

    Tulay Hatîmogullari: Divê gavên berbiçav bên avêtin

    Tulay Hatîmogullari: Divê gavên berbiçav bên avêtin

    Komeleya Şoreşgerî tevlî Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat bû

    Komeleya Şoreşgerî tevlî Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat bû

    Wezaretê roja banga Abdullah Ocalan dema qeyim dirêj kir!

    Wezaretê roja banga Abdullah Ocalan dema qeyim dirêj kir!

    Êrişî navenda Hewlêrê hate kirin

    Êrişî navenda Hewlêrê hate kirin

    PJAK: Dê li ser axa Îranê roja azadiyê hilê

    PJAKê banga avakirina komîteyên rêveberiyên herêmî kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Navenda polîsan a Seqizê hate rûxandin

    Navenda polîsan a Seqizê hate rûxandin

    Tulay Hatîmogullari: Divê gavên berbiçav bên avêtin

    Tulay Hatîmogullari: Divê gavên berbiçav bên avêtin

    Komeleya Şoreşgerî tevlî Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat bû

    Komeleya Şoreşgerî tevlî Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat bû

    Wezaretê roja banga Abdullah Ocalan dema qeyim dirêj kir!

    Wezaretê roja banga Abdullah Ocalan dema qeyim dirêj kir!

    Êrişî navenda Hewlêrê hate kirin

    Êrişî navenda Hewlêrê hate kirin

    PJAK: Dê li ser axa Îranê roja azadiyê hilê

    PJAKê banga avakirina komîteyên rêveberiyên herêmî kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Salih Muslim: Divê em ji her tiştî re amade bin

Mahmût Altintaş / AW

12 KANÛN 2024 - 08:10
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şirnex – Hevserokê PYDê yê berê Salih Muslim tekildarî geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi lêv kir ku li Minbicê agirbest hatibe ragihandin jî li herêmên din êriş hene û wiha got: “Daxwaza me ew e ku li hûndirê Suriyeyê em hemû nasname bikaribin bi hev re bijîn. Lê heke wisa nebe dawiya Suriyeyê dijwar e. Ji bo vê jî divê em ji her tiştî re amade bin.”

Ji 26ê Mijdarê vir ve li Sûriyeyê êriş û şer ranewestiyane. Piştî Heyet Tahrîr El Şam (HTŞ) ket Şamê û dawî li hikumeta Esad anî rêveberiyeke nû li Sûriyeyê hate damezrandin. Ji aliyê din ve jî komên paramîlîter ên giredayî dewleta tirk di serî de li Minbicê, êrişên xwe yên li dijî herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berfirehtir kirin. Tirkiyeyê jî bi SÎHAyan êrişî gundên Kobanê û Eyn Îsayê kirin û di encamê de zarok jî di nav gelek welatiyên sivîl hatin qetilkirin. Êrişên komên paramîlîter ên giredayî dewleta tirk ku ji 27ê Mijdarê ve berdewam dikin di van rojên dawî de berfirehtir bûn û gelek sivîl ji aliyê van koman ve bi awayekî hovanê hatin kuştin.

Ji ber behtir welatiyên sivîl neyên qetilkirin Hezên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Meclisa Leşkerî ya Minbicê xwe bi paş ve kişandin kişand û bi komen çekdar re agirbest ragihand. Piştî agirbestê êrişên li ser Minbicê rawestiya bin jî di serî de li Kobanê li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên komên çekdar ên giredayî Tirkiyeyê berdewam dikin. Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) yê berê Salih Muslim geşedanên li herême diqewimin ji Ajansa me ya Welat re nirxandin.

‘Bi rêya koalîsyona navneteweyî agirbest hat ragihandin’

Salih Muslim anî ziman ku agirbesta di navbera komên paramîlîter û HSDê de bi rêya koalîsyona navneteweyî pêkhatiye û ev tişt gotin: “Ji 27ê Mijdarê vir ve êriş li ser me nesekinîbûn. Êrişên Minbicê jî di demên dawî de zêde bûn. Yên ku êriş dikin jî Arteşa Netewa Sûriyeyê (ANS) ku giredayî Tirkiyeyê. Ew û HTŞ ne wekhev in. Yên ku dixwazin Kurdan tune bikin jî ew in. Li Minbicê bi rojan êriş hebûn. Ji ber ku êrişî welatiyên sivîl kirin agirbest hat ragihandin. Niha bi rêya koalîsyona Navneteweyî agirbest berdewam dike li Minbicê. Agirbest tenê li Minbicê heye. Li herêmên din êriş û şer berdewam dikin. Li Kobanê û herême bi dron û topbaranan êriş dikin. Hezên me yên lêşkerî jî ji bo sivîl neyên qetilkirin ji Minbicê vêkişiyan û tenê li wir agirbest heye. Em di wê heviyê de ne ku li tevahiya Suriyeyê agirbestek bê ragihandin û ev şer û êriş rawestin.”

‘Hevî dikin di demên pêş de li hev bikin’

Salih Muslim tekildarî HTŞê ku rêveberiya Sûriyeyê bi dest xist jî, bi lêv kir ku ew dixwazin ji bo pêşeroja Sûriyeyê bi HTŞê re li hev bikin û axaftina xwe wiha domand: “Li dijî me tu gotinên xirab û êrişên HTŞa ku dawî li hikumeta Şamê anî çênebûn. Qala biratiyê û jiyana hevbeş dikin. Ya ku ji me re hatiye gotin êrişî herêmên Kurdan nakin. Em hevî dikin di demên pêş de em bi wan re li hev bikin. Her çiqas ji aliyê fikrî ve em li hev nekin jî em dikarin bi hev re bijîn. Hewldanên koalîsyona navneteweyî jî hene ku em bi wan re bikevin diyalogê û bikarin bi hev re bijîn. Heke soza ku didin pêk bînin xetereyên wan jî li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê kêm bibin. Em ê bikarin bi hev re bijîn. Lê soza xwe pêk neynin û êrişî me bikin em jî destê xwe nagirin. Parastina rewa mafê me ye û em ê xwe biparêzin.”

‘Em ê bi xwe parastina rewa biparêzin’

Salih Muslim destnîşan kir ku çareseriya li Sûriyeyê jiyana hevpar e û heke êriş berdewam bikin xetereyên mezin li pêşiya Suriyeyê ne. Salih Muslim wiha dawî li axaftina xwe anî: “Yên ku di navbera me û van komên çeteyan de diyalogê ava dike koalîsyona navneteweyî ye. Yanî Amerîka bixwe ye. Aşkera nabêjin lê li pişt perdeyê û bi dîplomasiyê zextê li wan dikin ku êrişên xwe rawestînin. Lê hewldanên wan ên sekinandina êrişan hene. Ji bo pêşerojê daxwaza me ew e ku di hûndirê Suriyeyê de em hemû bikarin bi hev re bijîn. Lê heke wisa nebê dawiya Sûriyeyê dijwar e. Wê ber bi xetereyên mezin ve biçe û parçebûnên mezin wê pêk werin. Ji bo wê jî divê em ji her tiştî re amade bin. Em ê xwe bi parastina rewa biparêzin. Em hevî dikin ku di demên pêş de bi hikumeta Şamê re li hev bikin ku ji bo pêşeroja Sûriyeyê giştî baş bibe.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

DYAyê li Iraqê berpirsekî Hizbullahê kuşt

DYAyê li Iraqê berpirsekî Hizbullahê kuşt

5 ADAR 2026
CENTCOM: Êrişên Îranê yên moşekan ji sedî 86 kêm bûn

CENTCOM: Êrişên Îranê yên moşekan ji sedî 86 kêm bûn

5 ADAR 2026
Îsraîl: Êrişên nû li Tahranê û deverên din ên Îranê dest pê dikin

Îsraîl: Êrişên nû li Tahranê û deverên din ên Îranê dest pê dikin

4 ADAR 2026
Navenda polîsan a Seqizê hate rûxandin

Navenda polîsan a Seqizê hate rûxandin

4 ADAR 2026
DYAyê keştiya Îranê noqî avê kir: 87 kes jiyana xwe ji dest dan

DYAyê keştiya Îranê noqî avê kir: 87 kes jiyana xwe ji dest dan

4 ADAR 2026
Li seranserê Iraqê ceryan qut bû

Li seranserê Iraqê ceryan qut bû

4 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Pervîn Buldan: Tê payîn ku qanûn dê piştî cejne biçin komîsyona edaletê  Mîthat Sancar: Armanca pêvajoyê aştî ye û temînata aştiyê jî edalet e

    Pervîn Buldan: Tê payîn ku qanûn dê piştî cejne biçin komîsyona edaletê
    Mîthat Sancar: Armanca pêvajoyê aştî ye û temînata aştiyê jî edalet e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnameger Oremar: Gel ji Îsraîl û DYAyê bawer nake

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jinên TJAyî: Pêvajo ji bo mezinkirina têkoşîna jinê fersendek mezin e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rihan Loqo: Şoreşa Jinê ji bo tevahî tevger û rêjistinên jinan bû mînak

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Dildar bi kîjan zimanî bixwazin em ê pirtûka wan bideng bikin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: Em ê li cem têkoşîna demokratîk a gelên Îranê bin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Macron: Soza me ji Kurdan re heye û em dê pêk bînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Statuya min di heman demê de statuya Kurdan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 4ê ADARa 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (165)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne