Endamê Desteya Hevserokatiyê yê PYDê Saluh Muslim jiyana xwe ji dest da. Cenazayê Salih Muslim wê deryası Rojava bê kirin.
Endamê Desteya Hevserokatiyê PYDˊê Salih Muslim li nexweşxaneyek Hewlêrê ya ku lê dihat dermankirin, ji ber nexweşiyeke giran jiyana xwe ji dest da.
Hat hînbûn ku dê cenazeyê Salih Muslim ji Başûrê Kurdistanê derbasî Rojava bê kirin. Piştî ku cenaze li barajê Qamişlo were pêşwazîkirin, wê li Kobanê bi merasîmeke heybet were oxirkirin.
Kurtejiyan Salih Muslim
Salih Muslim ji gundê Şêran ê Kobanê ye, 1951ê de ji dayik bûye, ji malbateke welatparêz e, Muslim endazyarekî kîmyewî ye, di 1977an de ji zanîngeha Stenbolê ya teknîkî derçû û wek endazyarekî kîmyewî di salên 1980î de li Erebistana Siûdî kar kir.
Ji salên 1970î ve tev li tevgera siyasî dibe. Ji damezrînerên PYDê ye û gelek erk di nava patiyê de girtin. Di di 2010an de dibe serokê wê an ku beriya sîstema hevserokatiyê di partiyê de were avakirin.
Di 2012yan de ji bo hevserokatiya PYDê tê hilbijartin û di 2015an de jî careke din dibe hevserokê partiyê.
Piştî aloziya Sûriyê, Salih Muslim dibe cîgirê Desteya Hevrêziya Niştîmanî (Heyet El-Tensîq) beriya ku partî jê vekişe. Her wiha erkê endamtiya Nivîsgeha Siyasî ya Kombûna Niştimanî ya Demokratîk tîne.
Di 2013yan, 2014an û 2015an de erka diyalog û danûstandinê li ser navê Rêveberiya Xweser bi Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê re werdigire.
Li ser asta Kurdistanî jî, Salih Muslim erka endametiya Desteya Kurd a Bilind digre, her wiha yek ji endamên şandeya TEV-DEMê di peymana Dihokê ya bi ENKSê û peymana Hewlêrê bû. Endamê KNKê ye û ji endamên pêkanîna diyalogê kurdî-kurdî bi navê PYDê bi ENKSê re bû.
Şaxên ewlehiyê yên hikumeta Şamê gelek caran Salih Muslim girt. Yekemîn car di 2004an de bû ku 4 mehan di girtîgehê de ma û îşkence lê hat kirin. Di 2006an de li Helebê dîsa hat girtin û meh û nîvekê ragirtî ma.
Di 2018an de ji hêla dewleta Tirk û dewleta Çekê ve komployeke li dijî Salih Muslim li paytexta Çekê Pragê hate kirin û hewl dan wê bigirin. Piştî hefteyekê hate ragirtin, hate berdan. Ew yek jî hemwextî êrişa dewleta Tirk a li ser kantona Efrînê bû.
Di 18 û 19ê Hezîrana 2022yan de bi beşdariya 700 delegeyî 9. Kongreya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) pêk hat. Di wê kongreyê de Asya Ebdullah û Salih Muslim li şûna Eyşe Hiso û Enwer Muslim bûn hevserokên nû yên Meclisa Giştî ya PYDê.













