Êlih – Xwişk û birayên Hozan Mizgîn, Şukran û Şeyhmûs Aydin li ser salvegera 33yemîn a şehadeta xwişka xwe axivîn. Qala bîranînên xwe yên pê re kirin û destnîşan kirin ku Mizgîn ne tenê şervanek bû, ew hunermend û helbestvanek bû.
Hunermenda dengxweş û awazşîrîn Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin) di sala 1962yan de li gundê Bileyderê yê bi ser navenda Êlihê ve ji dayik dibe. Berî darbeya sala 1980yî beşdarî têkoşîna azadiya Kurdistanê dibe. Di wê demê de jî li Êlihê, Mazlûm Dogan, Mahsûm Korkmaz (Egîd) xebatên rêxistinkirinê dimeşînin. Wê demê Hozan Mizgîn tevî komek ciwan beşdarî nav refên PKKê dibe û dibe yekemîn jina ku ji wê herêmê beşdarî nav PKKê dibe. Hozan Mizgîn di nav yekemîn koma xwendekaran de cih digire ku ji bo dewreyeke perwerdeya îdeolojîk berê xwe didin Kampa Bekayê. Hozan Mizgîn piştî perwerdeyê, ji bo rêxistinkirina xebatên çandî û hunerî di sala 1980an de tevî Hozan Sefkan diçe Ewropayê û li wir bi hev re bingeha “Hunerkom”ê û “Koma Berxwedanê” datînin. Di wan salan de bi stranên xwe ku behsa berxwedan û jiyana zehmet a gelê Kurd dike, stranên wekî “Çemê Hêzil” “Newroz” “Lo Hevalno” û “Gundîno Hawar” dengê wê digihîje guhên her Kurdekî azadîxwaz û welatparêz.
Piştî xebata xwe ya hunerî ya li Ewropayê, Hozan Mizgîn di dijwartirîn demê de ji bo rêxistinkirina jinên Kurd berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. Bi ked û têkoşîna xwe destpêkê bandorê li jinan dike û paşê jî bandorê li hemû gelê Tetwanê dike. Hozan Mizgîn êdî li Tetwanê bi nav û deng dibe û di 11ê Gulana 1992yan de li mala ku lê dimîne tê dorpêçkirin û şer dike. Ji bo ku bi saxî nekeve dest, xwe îmha dike.
Xwişka Hozan Mizgîn Şukran Aydin (65) û birayê wê Şeyhmûs Aydin (56) di salvegera 33yemîn a şehadeta Hozan Mizgîn de axivîn û qala bîranînên xwe yên bi Hozan Mizgîn re kirin.
‘Her tim digot bila jin azad bin’
Şukran Aydin ku behsa bîranînên xwe yên bi Hozan Mizgînê re kir, wiha got: “Miroveke gelekî efendî û baş bû. Zarok ji her tiştî diparastin. Ji hevalên xwe, derdora xwe, ji her tiştî re baş bû. Jineke azadîxwaz bû, dixwest ku jin û welat azad bin. Wexta ku talebe derketin. Ji PKKê re digotin talebe. Ku doza Kurdistanê û rêça wê nas kir êdî dev jê berneda. Digot ‘Ev rêyeke derketiye pêşberî min. Heta niha gelek zext û zilm li me hatine kirin. Bav û kalan tiştek ji me nekiriye. Divê em serê xwe rakin û em vê meseleyê safî bikin’. Em safî bikin ku Kurdistan û jin azad be. Her tim digot ‘Bila jin azad bin, bes e, bindestî, zilm û zor.”
‘Di salên 1978-79an de li Êlihê di nava xebatan de bû’
Şukran Aydin da zanîn ku beriya ku Hozan Mizgîn tev li PKKê bibe ew li malê di nava xebatan de cih digirt û wiha domand: “Me armanca wê jixwe dizanî. Di salên 1978-79an de li navenda Êlihê di nava xebatan de bû. Beriya darbeya leşkerî ya sala 1980yî çû. Lê ji me re negot, ‘ez ê herim’. Carekê çû 3-4 mehan li derve ma, pişt re nexweş ket hate malê. Dayika min jî got ‘keça min vegeriya hate malê êdî hew diçe’. Mizgînê got ‘ez nexweş im ez tedawî bibim û dîsa herim. Min destûr standiye.’ Dayika min got ‘keça min qey leşkerî ye çi ye te destûr standiye.’ Wê jî got dayikê ‘Weleh min destûr girtiye, ez ê hinekê tedawî bibim baş bibim û herim’. Tedawî bû 10-15 rojan çû bijîşk li malê ma. Me jî digot ji xwe dibêje ‘ez ê biçim’. Lê wê neçe. Pişt re derket û çû û êdî hew hat…”
‘Em weke cêwiyan her tim bi hev re bûn’
Şukran Aydin destnîşan kir ku ew û Hozan Mizgîn weke cêwiyan her tim bi hev re bûn û wiha pê de çû: “Em weke cêwiyan bûn. Dema me xwarin amade dikir, guhdariya zarokan dikir her tim bi hev re bûn. Piştî ku doza Kurdistanê fêm kir û hîn bû. Ji me re jî digot. Helbestên Kurdî ji me re digotin. Digot ‘Hîn bibin. Ez ê ji we re bêjim û hûn jî dubare bikin’. Ji me re pirtûk dianîn û dixwend. Wê demê em ne zana bûn û me nedizanî ku doza Kurdistanê çiqas mezin e. Wê demê pirtûkên weke ‘Kokler’ hebûn. Pirtûkên ku qala mirovên bindest dikirin dianîn malê ji me re dixwend. Em hînî helbestan dikir, helbest ji me re dixwend. Li ser Newrozê, xerîbiyê stran ji me re gotin. Tiştên me nedizanîn jî hînî me dikir. Min û wê me got em ê bi hev re stranekê binivîsin. Wê got ez ê binivîsim. Min jî got ka ez ê binivîsim ya kê ji me dê zêdetir xweş çêbibe. Min nivîsand lê li gorî dilê min çênebû. Di nava helbesta min de hevokek pir baş bû. Min jî got ‘vê jî bigire têxe nava ya xwe ya dê zehf baş çêbibe’. Keniya got ‘dê bidî min’. Min jî got çawa nadim. Pişt re ew helbest weke stran got. Ew strana Newrozê ku dibêje ew bû.”
Strana ‘Lo Hevalno’ li ser berxwedana zindanê nivîsandiye
Şukran Aydin da zanîn ku dema sê birayên wê di zindanê de bûn, Hozan Mizgîn strana “Lo Hevalno” li ser berxwedana zindanê gotibû û got: “Birayên min Mervan, Emîn û Ziyadîn ketin hepsê. Mervan di Zindana Amedê de 47 rojan di greva birçîbûnê de ma, ez çûm hevdîtina wî. Em xistin cihekî tarî gotin ‘hûn ê li wir hevdîtinê bikin’. Du leşkeran milên wî girtibûn û ew kaş dikirin. Ji bo hevdîtinê anîn. Kurdî qedexe bû. Bi Tirkî min jê re got ‘Tu çawa yî?’ Wî jî got ‘ez baş im, mereqa min nekin’. Lê her du luleyên destên wî xuya dikirin. 40 rojan di grevê de ma, 7 rojan jî di rojiya mirinê de ma.”
‘Bi şehadeta wê kezeba me parçe bû’
Şukran Aydin dema qala roja şehadeta Hozan Mizgîn kir û ev agahî dan: “Wexta şehîd ket bavê min ne sax bû. Bavê min di sala 1976an de rehmet kir. Wexta me şehadeta wê bihîst dayika min pir êşiya. Kezeba me parçe bû.” Şukran Aydin dema behsa şehadeta xwişka xwe kir hestiyar û xemgîn bû û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Em her sal qasî ku ji destê me were em diçin Tetwanê li ser gora wê. Dema li Êlihê were bibîranîn em tev li dibin. Mizgîn ne tenê gerîla bû. Hem helbestvan bû, hem hunermend bû bi her awayî dixebitî. Di şexsê wê de em temamê şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin. Em bejna xwe li ber tevan ditewînin. Ji Kurdistanê re geleke hêja bû. Xwîna wan gelekî bi qedir e.”
Şukran Aydin herî dawî stranek ku ji bo Hozan Mizgîn û birayên xwe yên wê deme di hepsê de nivîsandibû got. Dema Şukran Aydin stran jî got hestiyar bû û rondik ji çavên wê hatin xwarê.
‘Em talebe ne, Apocî ne’
Birayê Hozan Mizgîn Şeyhmûs Aydin jî behsa xebatên Hozan Mizgîn kir û wiha got: “Mizgînê karê propagandayê dikir. Li ba Egîd wan bû. Min mereq kir û ji wan pirsî. Got hûn çi ne? Gotin ji me re dibêjin ‘talebe, em Apocî ne’. Wê çaxê min ew nas kirin û zanî ku Mizgîn tev li PKKê bûye. Mizgîn diçû dihat. Hinekan jê re digot dê bêyî girtin, kuştin. Digot ‘ez xwe sax naxim dest, kuştin ne muhîm e, ez jî weke herkesê me’. Ji wê demê ve ketibû dilê wê. Ne ditirsiye û zehf bi biryar bû.”
‘Kekê min were em Newrozê pîroz bikin’
Şeyhmûs Aydin wiha qala bîranîneke xwe ya Newrozê ya li gel Hozan Mizgînê kir: “Beriya ku Kenan Evren were serî, beriya 12ê Îlonê. Leşkerî her roj digeriya. Kesên bi guman didîtin ew digirtin. Rojeke Newrozê bû. Em li malê bûn, ceyrana me çûbû. Dinya hinekê sar jî bû, derî ew girtî bûn. Wexta ceyran çû mûm pêxist, got ‘kekê min were em ê Newrozê pîroz bikin’. Me pirtûk û rojnameyên kevin kom kirin. Got ‘çiqas bêjin em ê nehêlin jî em ê Newrozê pîroz bikin. Me di hewşê de agir vêxist û carek du caran xwe bi ser re jî avêt.”
‘Dayika min bi telefonê pê re axivî’
Şeyhmûs Aydin da zanîn ku piştî darbeya 12ê Îlonê Mizgîn û hevalên wê ji bajêr derketin û wiha domand: “Piştî ku darbeya leşkerî pêk hat, li ber çavan winda bûn. Me nedizanî ka bi ku ve çûn lê gotin derbasî Lubnanê bûne. Mizgîn pişt re derbasî Filistînê jî dibe. Min di pirtûkekê de xwend behs dikin. Bi Îsraîlê re jî şer dikin. Bi salan me xeber jê nestend, me nedizanî ka sax e an mirî ye lê dema bi ser mala me de digirtin, heqaret li me dikirin li me didan, me texmîn dikir ku sax e. Dû re çend sal derbas bûn nizanim rojekê telefonek hat. Telefona cîranê me hebû. Diya min çû bi keyf hate malê. Got ‘Mizgîn telefon kiriye, derbasî Ewropayê bûye.’ Herkes keyfxweş bû. Qet nebe me zanî ku sax e. Wexta li Ewropayê bû çend caran telefon kir. Dû re telefon sekinîn. Em hîn bûn ku pişt re derbasî aliyê Mêrdînê bûye. Dayika min wê demê dîsa pê re axivî bû. Jê re gotibû ‘ez li aliyê ziyareta Sûltan Şêxmûs im’. Cihê xwe nedigotin tenê digot ez li aliyê Mêrdînê li dora ziyaretî me. Li wir jî demekê telefon sekinî her roj derfet nebû ku bigere.
‘Bozo tu mezin bû yî?’
Piştî ku min leşkeri qedand û hatim min dikan vekiribû nêzîkî mala me. Ber êvarî bû dîsa telefon kir, ewilî dayika min pê re axivî. Pirsa hev kirin. Ji dayika min pirsî ku kî li malê ye. Dayika min jî got ‘Şêxmûs li malê ye’. Got ka ‘telefonê bidê’. Ji min re digot ‘Bozo’. Got ‘Bozo tu mezin bûyî? Te leşkerî qedandiye’. Min got ‘rast e ez bûm 20 salî’. Dayika min derbasî mitbexê bû. Min jê pirsî û gotê li ku derê yî? Cih negot tenê got ‘ez li dora Wanê me’. Dayika min dizane ku hê jî li aliyê Mêrdînê ye.”
‘Dibêjin Mizgîn şehîd ketiye’
Şeyhmûs Aydin di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Piştî wê telefonê çar-pênc roj derbas bûn, xeber hat gotin ‘Mizgîn şehîd bûye’. Ez jî ji dikanê hatim malê dayika min digiriya. Got ‘ji min re wiha dibêjin lê Mizgîn ne li wê derê ye.’ Helbet min fêm kir. Dayika min dizane ku ew hêj li aliyê Mêrdînê ye. Dayika şehîd Evdilxefûr hat. Wê jî pirsî ka mesele çiye? Min jî got ‘Dibêjin Mizgîn şehîd ketiye. Dayika min wê li aliyê Mêrdînê dizane lê min jê pirsî bû gotibû ez li aliyê Wanê me, rast e ew e.’ Ew beriya me li wesayîtê siwar bûn û çûn Tetwanê. Em jî li pey wan çûn. Li Tetwanê xwedîderketineke mezin çêbû. Biçûk û mezin tev bi hezaran mirov hatin ser goristanê. Me got em ê cenazeyî bînin Êlihê nehiştin. Gotin ‘keça we ya me ye jî, bila gora wê li ba me be’. Helbet dema ewqas mirov xwedî lê derketin. Ji bo me jî serbilindahiyeke mezin bû. Me mezel li wê derê hişt.”
Giliya wê tê kirin
Şeyhmûs Aydin wiha dema qala şehadeta Hozan Mizgîn kir: “Ew tenê li malekê dima, giliya wê tê kirin. Xwediya malê û zarokên wê di malê de bûn. Xwediyê malê carekê di televizyonê de axivî bû. Ewilî ji bo ku nekevin dest kaxizên li ser xwe dişewitîne. Digotin demanceyeke biçûk pê re bû. Wexta ku dora malê tê girtin. Tiştên bi xwe re dişewitîne. Xwediya malê wê deme behsa wê dikir. Got rojekê beriya ku Mizgîn şehîd bikeve rabûye ji wan re gotiye ‘min xewnek dîtiye bûkanî li min bû.’ Wê jî gotiye ‘Xwedê bi xêr bike, wateya bûkaniyê çiye’. Roja din ev mesele çêdibe. Wexta dora malê tê girtin ji bo ku nekeve dest bi demançeyê gule berdabû serê xwe.”
‘Hem şervantî hem hunermendî dikir’
Şeyhmûs Aydin bi lêv kir ku ruhê hunermendiyê bi xwişka wî re hebû û got: “Wê demê qaset ew qedexe bûn. Me Radyoya Erîvanê guhdarî dikir. Mizgînê bi çavekî din lê dinêrî. Stran dinivîsandin ji ber dikirin. Çend heb stranên kurdî nivîsandibûn. Kursiyên me yên demir ku lingê wan weke boriyê bûn hebûn. Ji bo ku dema ser malê de girtin neyên girtin nivîs dixistin wê derê. Li malê stran digotin, ew ruhê hunermendiyê pê re hebû. Pişt re profesyoneltir got. Piştî ku me qasetên wê jî dîtin ku hatin van deran keyfa me hat. Hem şervantî hem hunermendî dikir ev ji bo serbilindahiye.”
‘Xwezî Mizgînê qelebalixa Newrozan dîtibûya’
Şeyhmûs Aydin da zanîn ku piştî şehadeta Hozan Mizgînê bi hezaran kesan navê wê li zarokên xwe kirin û wiha domand: “Ji me re dihate gotin piştî ku şehîd ket bi hezaran kesan navên keçên xwe kirin Mizgîn.” Şeyhmûs Aydin, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bejna xwe li ber hemû şehîdên Kurdistanê ditewînim. Xwezî Mizgîn sax bûya û ev roj dîtibûna. Qelebalixa Newrozan dîtibûya.”