Endamên Heyeta DEM Partî yên Îmraliyê Pervîn Buldan û Mithat Sancar beriya hevdîtina bi Serokkomar Erdogan re pirsên rojnamegeran bersivandin. Mithat Sancar diyar kir ku ew ê li ser geşedanên Sûriyeyê û merhaleya pêvajoyê biaxivin.
Endamên Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar beriya hevdîtina bi Serokkomar Tayyîp Erdogan re li ber Meclîsê pirsên rojnamegeran bersivandin.
Pervîn Buldan bi lêv kir ku ew dê li ser 4-5 rojevan biaxivin û wiha got: “Beriya rapora hevpar hevdîtineke girîng e. Pêvajo gehiştiyê merhaleyeke nû. Bendewariyeke mezin jî ji aliyê gel ve heye. 4-5 rojevên me hene. Piştî hevdîtinê em ê daxuyaniyeke niviskî bidin û raya giştî agahdar bikin. ”
‘Tê payîn ku heta rapor dawiya vê mehê amade bibe’
Mithat Sancar jî diyar kir ku geşedanên girîng li Sûriyeyê û di pêvajoyê de pêk hatine û wiha axivî: “Piştî hevdîtina me ya dawî geşedanên girîng hem li vir û hem jî li Sûriyeyê qewimîn. Xebatên Komîsyona Meclîsê hatine ber bi dawiyê ve. Em ê li ser van geşedanan bi birêz Serokkomar re biaxivin. Pêşniyarên me hene. Rapora hevpar dê bi zemîneke lihevhatinê li gorî hemû kesan dê bê amadekirin. Zemîneke wisa heye. Ji bo lihevhatineke wisa bibe çi ji destê me were em ê bikin. Di serî de partiyên siyasî dê li ser pêşnûmeya rapora hevpar nirxandinan bikin û piştre jî kesên di nivîsandina raporê de hatinê peywirdarkirin dê dîsa bicivin. Tê payîn ku heta dawiya vê mehê amade bibe. Divê ji bo lihevhatina rapora hevpar hemû kes çi ji destê wan tê bikin.”












