Şandeya DBPê û DEM Partiyê îro serdan û hevdîtinên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê berdewam dike. Şande îro jî serdana Şaredariya Qamişlo, PYDê û ENKSê kir.
Li gorî nûçeya Ronahî TV; Şandeya ji Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (BDP) Keskîn Bayindir, parlamenterên DEM Partiyê Serhat Eren, Salîha Aydenîz, Gulcan Kaçmaz û Mehmet Kamaç pêk tên di serdanan de amade bûn.
Şande ji aliyê rêveber û endamên şaredariya bajarê Qamişlo, PYDê û ENKSê ve hatin pêşwazîkirin.
Di hevdîtinan de, endamên şandeyê kêfxweşiya xwe derbarê serkeftina Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê anîn ziman.
Aliyan di serdanan de li ser mekanîzma xurtkirina hemahengiya di navbera pêkhateyên Kurdistanê de, yekitiya neteweyî ya Kurd û pêvajoya “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a ku Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin gotûbêjan kirin.
Tê payîn şande serdana Yekitiya Êzidiyan, partiyên siyasî, TEV-DEMê, Kongra Star, Zanîngeha Rojava û Navenda Ol û Baweriyan bike.
Her wiha hat zanîn ku şande wê sibe jî serdana navenda Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) a li bajarê Qamişlo jî bike.