Şandeya DBPê û DEM Partiyê ya li Rojavayê Kurdistanê serdanên xwe didomîne û şandeyê îro jî serdana Meclisa Sûriyeya Demokratîk kir.
Şandeya ji Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û parlamenterên DEM Partiyê Serhat Eren, Salîha Aydenîz, Gulcan Kaçmaz û Mehmet Kamaç pêk tê di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de serdana Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) kir.
Şandeya DBP û DEM Partiyê îro çû serdana Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) a li bajarê Qamişloyê. Şande ji aliyê Hevseroka MSDê Leyla Qereman, Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a MSDê ya Cizîrê Hisên Ezam, Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya MSDê Hesen Mihemed Elî û endama Desteya Serokatiyê ya MSDê Diyala Henan ve hat pêşwazîkirin.
Her du aliyan li ser girîngiya Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ku di 26ê Nîsanê de li Qamişloyê hat lidarxistin, gotûbêj kirin.
Şandeyê bal kişand ser girîngiya “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27ê Sibatê de hat kirin.
Şandeyê gera xwe bi dawî kiriye û tê payîn ku îro ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derkeve û vegere bakurê Kurdistanê.