Hevdîtina di navbera Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglû de dest pê kir.
Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder piştî hevdîtina li Girava Îmraliyê bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re, tevî Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk bi partiyên siyasî yên Tirkiyeyê re dest bi hevdîtinan kirin. Şande çû serdana Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglû. Hevdîtin, li Navenda Giştî ya Partiya Pêşerojê tê lidarxistin. Şandeya DEM Partiyê ji hêla Ahmet Davutoglû û parlamenterên pê re li ber derî hate pêşwazîkirin. Piştî wêne û dîmenê dayin çapemeniyê, şande û Davutoglû ji bo civînê derbasî eywanê bûn. Hevdîtin, ji çapemeniyê re girtî didome.