Şandeya DEM Partiyê dê hefteya pêşiya me bi gelek partiyên siyasî re hevdîtinan pêk bîne.
Şandeya DEM Partiyê ku ji Pervîn Bûldan, Sirri Sureyya Onder û Ahmet Turk pêk tê dê serdanên xwe yên ji bo partiyên siyasî bidomînin. Şandeya DEM Partiyê ku ji Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder pêk dihat di 28ê Kanûnê de li gel Rêberê PKKê Abdullah Ocalan hevdîtin pêk anîbûn. Serdanên DEM Partiyê yên ji bo partiyên siyasî piştî hevdîtina li Îmraliyê pêk tên.
Şandeya DEM Partiyê ku ji Buldan, Turk û Onder pêk dihat duh bi Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş û Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî re hevdîtin pêk anîbûn û li ser hevdîtina li Îmraliyê axivîbûn.
Li gorî bernameya ku Buroya Çapemeniyê ya DEM Partiyê bi çapemeniyê re parve kir, dê şande di 6ê Çile de bi heman armancê bi Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglû û şandeya AKPê û Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Mahmut Arikan re hevdîtin pêk bînin.
Şande dê roja 7ê Çile jî bi Serokê Giştî yê Partiya DEVA Alî Babacan, Serokê Giştî yê Partiya Yenîden Refah Fatîh Erbakan re hevdîtinê pêk bîne.