ŞandeyaFransayê ya ku serdana Rojava kir diyar kir ku armanca ji serdana wan dengê gelê Kurd bigihînin aliyên eleqedar û mafên wan li Rojava biparêzin.
Şandeya Fransayê vê êvarî serdana Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a bajarê Qamişloyê kir. şande ji parlamentoya Fransa û cîgira seroka Bloka Partiya Sosyalîst a Fransayê û berpirsa Têkiliyên Parastinê ya Parlamentoyê Anna Pec û berpirsa Têkiliyên Derve ya Senatoya Fransayê Dylan Bouteflika pêk tê.
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Qamişloyê Îlham Ehmed û cîgira hevserokatiyê Gulistan Elî û nûnerê Rêveberiya Xweser a Şamê Dr. Ebdulkerîm Omer pêşwaziya şandeya Fransayê kir.
Anna Pec di serdanê de kêfxweşiya xwe ya hevdîtina Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve Îlham Ehmed re anî ziman.
Têkildarî armanca serdana Rojava Anna got: “Em hatin vir, da ku tiştên li Rojava li ser erdê pêk tên bibînin û dengê gelê Kurd li Rojava bigihînin, mafên wan biparêzin.”













