Hevdîtina di navbera Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û koma AKPê de dest pên kir.
Serdana Heyeta Îmraliyê li ser daxwaza Rêberê PKKê Abdullah Ocalan a bi partiyên siyasî re didome. Heyeta Îmraliyê ku ji parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder û siyasetmedar Ahmet Turk pêk tê, bi koma AKPê re hevdîtinê dike. Şandeya DEM Partiyê li Meclisê ji hêla Serokwekîlê Giştî yê AKPê Efkan Ala, Serokwekîlê Koma Meclisê Abdullah Guler, Serokwekîlên Koma AKPê Ozlem Zengîn û Omer Çelîk ve hat pêşwazîkirin.