Şandeya DEM Partiyê di 28ê Çile de çûbû Îmraliyê. Şande piştî çûn Îmraliyê dê bi Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî û Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş re hevdîtinê bikin.
Serokwekîlê Meclisê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sirri Sureyya Onder û Parlamentera DEM Partiyê Pervîn Buldan, di 28ê Kanûnê de li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Pervîn Buldan û Onder piştî hevdîtinê dest bi serdanên partiyên siyasî yên li Meclisê dikin.
Şande dê li meclisê hevdîtinan bikin
Şandeya DEM Partiyê ku Ahmet Turk jî dê di nav de cih bigire, dê di nava rojê de bi Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş û Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî re hevdîtinê bike. Şandeya ku ji Pervîn Buldan, Onder û Turk pêk tê, piştî temamkirina serdanên xwe yên bi partiyên siyasî re, dê biçin serdana rêxistinên civaka sivîl, sendîka, rêxistinên ked û pîşeyî û derdorên civakî. Hat zanîn ku dê di serdanan de nêrîn û pêşniyar bên nivîsandin û piştî serdan bi dawî bûn, şande dê daxuyaniyeke berfireh parve bike.
Bernameya hevdîtinê:
13:30 – Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş
Cih: Meclis
15:00 – Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî
Cih: Meclis