Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk bîne, dê sibê biçe Girava Îmraliyê.
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan, Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Mîthat Sancar û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Faîk Ozgur Erol ku di Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê de cih digirin, ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin dê sibê biçin Girava Îmraliyê.
Şande herî dawî 17’ê Çileyê çûbû Girava Îmraliyê û bi Rêber Apo re hevdîtin kiribû.













