• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
22 COTMEH 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Liv û tevgera leşkerî ya li Bestayê didome

    Liv û tevgera leşkerî ya li Bestayê didome

    Boltan: Armanca weşanxaneyan xizmeta Kurdî ye

    Boltan: Armanca weşanxaneyan xizmeta Kurdî ye

    HSDê serçeteyekî DAIŞê girt

    HSDê serçeteyekî DAIŞê girt

    Ciwanên ku hedef hatin nîşandan hatin binçavkirin

    Ciwanên ku hedef hatin nîşandan hatin binçavkirin

    ROJEVA 16ê COTMEHA 2025an

    ROJEVA 21Ê COTMEHA 2025AN

    Rektor ji ber pirsên xwendekaran reviya!

    Rektor ji ber pirsên xwendekaran reviya!

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Liv û tevgera leşkerî ya li Bestayê didome

    Liv û tevgera leşkerî ya li Bestayê didome

    Boltan: Armanca weşanxaneyan xizmeta Kurdî ye

    Boltan: Armanca weşanxaneyan xizmeta Kurdî ye

    HSDê serçeteyekî DAIŞê girt

    HSDê serçeteyekî DAIŞê girt

    Ciwanên ku hedef hatin nîşandan hatin binçavkirin

    Ciwanên ku hedef hatin nîşandan hatin binçavkirin

    ROJEVA 16ê COTMEHA 2025an

    ROJEVA 21Ê COTMEHA 2025AN

    Rektor ji ber pirsên xwendekaran reviya!

    Rektor ji ber pirsên xwendekaran reviya!

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Şandeya Îmraliyê: Mesûd û Nêçîrvan Barzanî piştgiriyek xurt didin pêvajoyê

Navenda Nûçeyan / AW

17 SIBAT 2025 - 13:04
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Şandeya Îmraliyê piştî civîna bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re daxuyanî da. Hevserokê DBPê Keskîn Bayindir daxuyanî da û got: “Di hevdîtinên bi birêz Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî re, me peyamên birêz Ocalan ragihandin. Birêz Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî piştgiriyek xurt didin pêvajoyê û hêviyek mezin heye.”

Şandeya Îmraliyê serdanên xwe yên bi rayedarên Başûrê Kurdistanê re didomîne. Şandeya Îmraliyê saet di 10:00an de bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiya. Civîna li ofîsa taybet a Nêçîrvan Barzanî pêk hat û civîn bi dawî bû.

Piştî civînê Şandeya Îmraliyê, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û rayedarên Hewlêrê li avahiya walîtiya Hewlêrê derbarê civîna bi Nêçîrvan Barzanî û Mesûd Barzanî re daxuyanî da.

Destpêkê waliyê Hewlêrê Umêd Xoşnaw axivî û da zanîn ku du roj in Şandeya Îmraliyê li Hewlêrê ye, duh bi Mesûd Barzanî re, îro jî bi serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiya ye.

Umêd Xoşnaw got: “Di dîdaran de silav û rêzên birêz Abdullah Ocalan ji bo serok Mesud Barzanî û serokê Herêma Kurdistanê hatin ragihandin. Her wiha peyama birêz Ocalan ji bo serok Barzanî û serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî re hate ragihandin. Em xêrhatina şandeyê dikin, bê guman Herêma Kurdistanê derbarê pêvajoya aştiyê de xwedî rolek girîng e. Em hêvîdarin piştî şande vegeriya Tirkiyeyê, pêngavên ji bo pêvajoyê li pêş bikevin.”

Piştî waliyê Hewlêrê, Hevserokê Giştî yê DBPê Keskin Bayindir li ser navê Şandeyê axivî. Bayindir behsa serdan û naveroka hevdîtinên bi Serokê PDKê Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvna Barzanî re kir.

‘Çareserkirina pirsgirêka Kurd wê bandora li ser hemû aliyan bike’

Keskîn Bayindir wiha axivî:

“Em li ser navê şandeya xwe we silav dikin, di serî de em spasiya xwe ji bo waliyê Hewlêrê Umêd Xoşnaw dikin. Du roj in em li Hewlêrê ne, duh em bi serok Mesûd Barzanî re civiyan. Hevdîtinek ku hêvî û bendewariya gelê Kurd jê hebû, saetek û 45 kêliyan me di nava biratiyê de kir. Şandeya me silav û heskirinên birêz Ocalan ji bo birêz Barzanî gihand. Me peyamên birêz Ocalan ragihand û nîqaş kir. Em îro jî bi serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiyan. Bi heman mijarê re, me silavên birêz Ocalan gihand birêz Nêçîrvan Barzanî. Li aliyek din ji bo pêşketina pêvajoyê birêz Ocalan giringiyek mezin dide fikrê birêz Mesud Barzanî û serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî.

Di hevdîtinan de me behsa pêşeroja Kurdan kir, ji bo gelê Kurd pêvajoya çareseriyê wê çawa pêşbikeve, rola hemû aktorên Kurdan ji bo pêşxistina pêvajoyê wê çawa be, me di van hevditinan de nîqaş kir. Hêviya gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn heye ku pirsgirêka Kurd li ser bingeha çareseriyê, bingeha demokrasî û hiquqê li Tirkiye û hemû welatan were çareserkirin.

Bandora çareserkirina pirsgirêka Kurd

Çareserkirina pirsgirêka Kurd li Bakur û Tirkiyeyê, wê bandora xwe li Başûr û çar aliyên welat û Rojhilata Navîn bike. Ji ber ku pirsgirêka Kurd bûye pirsgirêka herêmî û navneteweyî, hemû hêzên cîhanî û herêmî ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd di axivin. Lê rola herî mezin ji bo pêvajoya çareseriyê, rola aktorên gelê Kurdin. Ji ber vê birêz Ocalan ji bo pêşxistina pêvajoyê, bi insitiyafiyek mezin, bi hemû derfetên zor û zehmet de dixwaze pirsgirêka Kurd ji şer vegerîne ser bingeha demokrasî û hiqûqê û nasandina mafên Kurd pêşbixîne û çareseriyê li ser vî bingehî saz bike.

Birêz Mesûd Barzanî piştgiriyek mezin nîşan da

Li ser van nîqaşan birêz Mesûd Barzanî ji bo pêşketina pêvajoyê piştgiriyek mezin nîşan da û ragihand. Em gelek kêfxweşî dikarin bêjin ku îro du rojin em li Kurdistanê ne û hevdîtinên girîng me kir. Encamên van hevdîtinan ne tenê ji bo pêşeroja Kurdan, wê ji bo pêşeroja miletên Rojhilata Navîn jî li ser bingeha aştî û demokrasiyê pêş bikeve. Em dixwazin vê jî ji gelê xwe re ragihînin. Hêviya gelê me ewe ku ev mesele li ser bingeha aştî û wekheviyê çareser bibe. Hemû aktorên Kurdan û hizbên Kurdî xwedî helwestek neteweyîne û piştevaniya vê pêvajoyê dikin.

Ji bo pêşketina pêvajoyê em mizgînî didin gelê xwe

Şandeya me hevdîtinên xwe li Hewlêrê dawî dike û em ê derbasî Silêmaniyê bibin. Em ê li wir bi serokê YNKê Bafil Talebanî û cîgirê serokê Hikumeta Herêmê Qubat Talebanî re bicivin. Şandeya me piştî vegeriya Tirkiyeyê, wê derbarê encamên hevdîtinan de daxuyaniyek nivîskî bide. Di dawî de li ser navê şandeyê em bi hevdîtina birêz Mesûd Barzanî û serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gelek kêfxweş in. Ji bo pêşketina pêvajoya çareseriyê; em dikarin mizgîniya xêrê bidin gelê xwe û Rojhilata Navîn.”

Piştî daxuyaniyê Şande dê derbasî bajarê Silêmaniyê bibe.

Etîket: Abdullah OcalanDBPDEM PartîHewlêrKeskîn BayindirMesûd BarzanîNeçîrvan BarzanîPDKŞandeya ÎmraliyêSilêmanî
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Xwebûn bi manşeta ‘Jiyan dema azad be bi wate ye’ derket

Xwebûn bi manşeta ‘Jiyan dema azad be bi wate ye’ derket

20 COTMEH 2025
Encamnameya Konferansa Dayikên Aştiyê: Bila zû birêz Ocalan azad bibe

Encamnameya Konferansa Dayikên Aştiyê: Bila zû birêz Ocalan azad bibe

19 COTMEH 2025
Li Abya Yalayê fikrên Abdullah Ocalan dan naskirin

Li Abya Yalayê fikrên Abdullah Ocalan dan naskirin

19 COTMEH 2025
16 sal berê ji bo aştiyê hatibûn lê…

16 sal berê ji bo aştiyê hatibûn lê…

19 COTMEH 2025
Ciwanên Wanê ber bi Amedê ve bi rê ketin: Her gav ji bo azadiya Rêber Apo ye

Ciwanên Wanê ber bi Amedê ve bi rê ketin: Her gav ji bo azadiya Rêber Apo ye

18 COTMEH 2025
DEM Partî û DBPê 2 malbat li hev anî

DEM Partî û DBPê 2 malbat li hev anî

16 COTMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • COTMEH 2025 (362)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne