Şandeya Îmraliyê gera ewil a bi partiyên siyasî yên meclîsê re temam kir. Tê payîn ku şande demên pêş de daxuyaniyê bide.
Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku ji Sirri Sureya Onder, Pervîn Buldan û Ahmet Turk pêk tê, piştî serdana Îmraliyê ya 28ê Kanûnê şûnde li parlamentoyê serdana partiyên siyasî kir. Şande îro li Meclîsê bi koma CHPê re hat gel hev û piştre jî li Navenda Giştî ya DEVA bi Alî Babacan re hat gel hev. Şande saet di 16.00an de jî çû serdana Yenîden Refah û tura xwe qedand. Piştî van serdanan tê payîn ku bi serokê giştî yê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş û girtiyên din yên siyasî re hevdîtin bê kirin. Piştre ji Îmraliyê wê randevuyek nû bê payîn.
Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder piştî hevdîtina bi Yenîden Refahê re, da zanîn ku wê piştre daxuyaniyê bidin.