Şandeyeke Hêzên Asayîşa Kobanê ji bo hevdîtinan çû Helebê. Tê payîn mijarên têdiklarî hevdîtinê bên nîqaşkirin.
Şandeyek ji Hêzên Asayîşa Kobanê ji bo hevdîtinên di çarçoveya entegrasyonê de çû Helebê. Şandeya di bin Serokatiya Hevseroka Hêzên Asayîşa Kobanê Arîn Kobanê de ji endamên asayişê pêk tê. Şande derbasî avahiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê bû û ji aliyê Midûrê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê Mihemed Ebdulxenî ve hat pêşwazîkirin. Tê payîn mijarên têkildarî ewlehiyê û entegrasyona di navbera hêzan de bên nîqaşkirin.













