Şandeya Komîteya Koçberên Serêkaniyê serdana parêzgarê Heseke kir û dosyaya vegera bi ewle ya koçberên Serêkaniyê nîqaş kir.
Şandeyeke koçberên Serêkaniyê serdana parêzgarê Hesekê Nûredîn Îsa kir. Di serdanê de li ser rewşa koçberên Serêkaniyê û rêbazên vegera bi ewle hate nîqaşkirin. Şandeyê da zanîn ku Komîteya Koçberên Serêkaniyê êş û zehmetiyên koçberan gihandine gelek aliyê fermî yên hundir û derve. Şandeyê diyar kir ku ji bo Peymana 29ê Çileyê bicih bê, hîn zêdetir dosya vegera koçberan dişopînin.
Her wiha şandeyê bal kişand ser rola parêzgar di dosya vegera koçberan de û daxwaz kir ku dosyaya vegera koçberan bigihêje hemû aliyên fermî.
Îsa: Xebat li ser vegerê heye
Parêzgar Nûredîn Ehmed Îsa jî got ku doza vegera koçberên Serêkaniyê yek ji dozên sereke ye û ew li ser rê û rêbazên vegera ewle ya koçberên Serêkaniyê dixebitin. Îsa di berdewamiya gotinên xwe de anî ziman ku ew her tim dosyaya koçberan dişopînin, êş û zehmetiyên koçberan digihînin gelek aliyan û ji bo vegerê bi hikumeta Şamê re di nava têkiliyê de ne.
Parêzger û şande dê cardin bicivin
Parêzger diyar kir ku di pêvajoya pêş de ew ê bi Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê re bigihêjin rê û rêbazên vegera guncaw û ewle ya koçberên Serêkaniyê û bi Komîteya Koçberên Serêkaniyê re di nava têkiliyê de bin. Di civînê de parêzgar û şandeyê diyar kir ku dê di wexteke nêz de ji bo şopandina dosyaya koçberan li hev bicivin. Di dawiya serdanê de Parêzgar Nûredîn Ehmed xebatên Komîteya Koçberên Serêkaniyê bi nirx dît û got ew ê bi hev re li ser dosyaya vegera koçberan bixebitin.













