Di demek lijneyên DYA û Îranê li Pakistanê hevdîtinên agirbestê dikin, Tehranê şertên giran aşkera kirin û Trump jî li dijî vê yekê gefa, “Di destê wan de tenê defreta girtina Hurmizê heye. Lê agirbest çê nebe, keştiyên me yên şer amade ne” xwar.
Di roja 42yan a şerê li herêmê de, pêvajoyeke krîtîk a dîplomasiyê dest pê kir. Li aliyekî şandeya bilind a Îranê ji bo hevdîtinên bi Amerîkayê re li Pakistanê ye, li aliyê din Washington hewl dide agirbestê bi peymanê encam bike û agirbestê ber bi Libnanê ve jî berfireh bike.
Şandeya Qalîbaf li Îslamabadê ye: Mercên giran hatin danîn
Şandeya muzakereyan a Îranê bi serokatiya Serokê Parlamentoyê Mihemed Baqir Qalîbaf gihîşt paytextê Pakistanê. Di şandeyê de Wezîrê Karên Derve Araghchî, Serokê Banka Navendî û rayedarên payebilind ên leşkerî cih digirin. Îranê ragihand ku heta Washington “pêşmercên” wan qebûl neke, ew ê dest bi rûniştinên fermî nekin. Lê belê li hundirê Tehranê krîza desthilatdariyê heye; hat ragihandina ku Fermandarê Supaya Pasdaran Ehmed Wahîdî hewl dide rayeya Qalîbaf û Araghchî sînordar bike.
DYA ji bo Libnanê navbeynkariyê dike
Ofîsa Serokkomariya Libnanê ragihand ku Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê dê di navbera Îsraîl û Libnanê de bibe navbeynkar. Amerîka û Libnanê ji Îsraîlê daxwaz kirin ku êrîşên li ser Hizbullahê rawestîne da ku “jestekê” ji bo destpêkirina muzakereyan bike. Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu ragihand ku ew vê daxwazê dinirxînin, lê artêşa Îsraîlê (IDF) ragihand ku wan li başûrê Libnanê navendeke avêtina moşekan a Hizbullahê ya di hundirê dibistanekê de rûxandine.
Îstîxbarata Amerîkayê: Bi hezaran moşekên Îranê hîn hene
Her çend Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Pete Hegseth gotibû “cephaneya Îranê qediya ye”, lê raporên nû yên îstîxbaratê ku Wall Street Journalê weşandin, berovajiya vê dibêjin. Li gorî raporan, Îran hîn xwediyê bi hezaran moşekên balîstîk e û dikare di demeke kurt de binesaziya xwe ya avêtina moşekan nû bike. Washington fikar dike ku Îran agirbestê ji bo “ji nû ve çekdarkirinê” bikar bîne.
Trump: Tenê koza wan Hurmuz e
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser Truth Socîal peyameke tund weşand û îdîa kir ku serokatiya Îranê tenê ji ber ku muzakereyan li ser piyan e. Trump got: “Ji bilî şantaja bi rêya Tengava Hurmuzê, tu kozeke Îranê nîne. Îro eger ew sax bin, tenê ji bo muzakereyê ye. Lê ku encam dernekeve keştiyên me yên şer amade ne. Hemû bi cebilxaneyê hatine dagirtin û dê bersiva pêwist bidin.”













