Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca ku zarok bigihîjin pirtûkan projeya “Sindoqa Çîrokan” da destpêkirin. Pirtûkên çîrokan ên ku di çarçoveya projeyê de bên komkirin, dê bigihîjin zarokên li navçeyên navendî û gundan.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku zarok bigihîjin pirtûkan û xwesteka xwendinê di nava wan de xurt bibe projeyeke nû xist meriyetê. Projeya “Sindoqa Çîrokan” ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Çapemenî-Weşan û Têkiliyên Gel ve tê birêvebirin, armanc dike ku pirtûkên çîrokan bigihîne destê zarokan.
Di çarçoveya projeyê de, bi diyarkirina pirtûkan ji bo xwendekar û zarokan, tê armanckirin ku ew nirxên çandî binasin, fêrî xwendina pirtûkan bibin û di warê civakî de pêş bikevin. Di vê çarçoveyê de, li deverên diyarkirî yên bajêr sindoq hatin bicihkirin û tê hêvîkirin ku welatî piştgiriyê bidin vê projeyê.

Li sê cihên bajêr sindoq hatin bicihkirin
Di çarçoveya projeyê de; li ber avahiya xizmetê ya Şaredariya Bajarê Mezin, li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê û li Navenda Jiyana Hevbeş a Sumerparkê “Sindoqa Çîrokan” hat bicihkirin. Pirtûkên ku li van deran bên hiştin, dê bên komkirin û bigihin destê zarokên ku hewcehiya wan bi pirtûkan hebe.
Tê plankirin ku pirtûkên bên komkirin, ne tenê li navçeyên navendî, her wiha li gundan jî bigihin destê zarokan. Bi vî awayî armanc ew e ku bêtir zarok bigihîjin pirtûkan û çanda xwendinê berfireh bibe.
Pirtûk dê bigihin destê zarokan
Pêvajoya komkirin û belavkirina pirtûkên çîrokan dê ji aliyê Serokatiya Daîreya Çapemenî-Weşan û Têkiliyên Gel ve bê meşandin. Bi piştgiriya welatiyan, pirtûkên çîrokan ên ku bên komkirin dê bigihin zarokên hewcehiya wan pê heye û bi vî awayî tê armanckirin ku bêtir zarok xwe bigihînin pirtûkan.













