Şaredariya Bajarê Nû ya Amedê dê bi navê Rojên Çand û Hunerê di 12-13 û 14ê Îlonê de rojên çand û hunerê li dar bixe.
Şaredariya Bajarê Nû ya Amedê dê bi navê Rojên Çand û Hunerê, di 12-13 û 14ê de lî Kûçeya Hunerê ya lî navçeya Sûrê ya Amedê xebatên çandî ku ji xwendina helbestan, şano, dengbêjî û konseran pêk tê, li dar bixe.
Bernameya xebatên çandî wiha ye:
Roja Yekem: Pêşangeha wêneyan, semînerek li ser tundiya li dîjî jinan, lêxistina erbanê û kilamên dengbêjiyê û konsera Koma Hevra.
Roja Duyem: Pêşangeha wêneyên portreyên jinan, xwendina helbestan, nîşandana şanoyê û atolyeyên cihêreng ên çandî.
Roja Sêyem: Semînera ji bo hişyariya li ser bengîtiya madeyan, performansa erbanê û dengbêjan, konsêra Hamit Karadeniz.
Her wiha her roj ji bo zarokan çalakiyên taybet ên kolanan dê werin lidarxistin. Şaredariyê gel vexwend rojên çand û hunerê.