Şirnex – Şeredariya Cizîrê li taxa Banê Xanê Parqa Cemîle Cagirga vekir.
Şeredariya Cizîrê ya DEM Partiyê li taxa Banê Xanê ya navçeya Cizîrê parqeke nû vêkir. Şeredariyê ji bo bîranîna navê Cemîle Cagirga, navê wê li parkê kir.
Dayik û bavê Cemile Cagirga Emîne Cagirga û Ramazan Cagirga jî tevlî vêkirina parqê bûn. Dayik, bav û hevşaredaran bi hevre kordeleya parqê birîn. Şeniyên taxê û gelek zarok jî tevlî vêkirina parqê bûn. Hevşeredarê Cizîrê Abdurrahim Durmuş di vêkirina parqê de anî ziman ku wan ji bo hefteya mafê zarokan ew parq vêkirinê û navê Cemîle Cagirga li parkê kirine.
Piştî axaftinan bi çepikan parq hat vêkirin.
Cemîle Cagirka a 10 salî, di qedexeyên navçeya Cizîrê yên 4-12ê îlona 2015an de ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin.
Hûn dikarin ji lînka jêr temaşe bikin.