Şaredariya Curnê Reş a girêdayî DEM Partiyî li navçeyê bi şahiyekê Navenda Bêhnvedanê ya Jinan vekir.
Şaredariya Curnê Reş a Rihayê ku di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de ye, bi şahiyekê Mala Bêhnvedanê ya Jinan vekir. Navend, li Taxa Nû hate vekirin û Hevşaredar Garîp Yeşîl û Serhan Paydaş, Hevşaredara Xelfetiyê Saniye Bayram ku li şûna wê qeyûm hate tayînkirin û gelek kes amade bûn. Hevşaredar Garîp Yeşîl di vekirina navendê de anî ziman ku wan bi saya piştevaniya jinan cihekî wiha vekirine û got: “Em ê têkoşîna jinan û xizmetên xwe bidomînin. Qeyûm, ji ewil berê xwe didin destekftiyên jinan. Lewma xebatên ji bo jinan bo me girîng in. Dê xebatên me yên di çarçoveya felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ de bidomin.”
Hevşaredara Xelfetiyê Saniye Bayram jî bertek nîşanî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da. Piştî axaftinan, navend hate vekirin. Di vekirina navendê de dirûşma “Jin, jiyan, azadî” hate berzkirin.