Şaredariya Peyasê, bi boneya xebatên jinan bi awayekî rêxistinkirî bi meşîne, Meclîsa Jinan a Şaredariya Peyasê ava kir. Hevşaredar Bêrîvan Gulşen Sîncar avakirina meclisê ragihand.
Şaredariya Peyasê ji bo jinên ku di beşên cihê yên şaredariyê de dixebitin kom bike, Meclisa Jinan a şaredariyê ava kir. Şaredariya Peyasê ji bo beşdariya rêveberiyên herêmî zêde bikin û ji bo pêkanîna wekheviya zayendiya civakî bixebitin, avakirina meclisê ragihand. Ji bo ragihandina avakirinê Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar, alîkarên hevşaredaran, xebatkarên Gerînendetiya Jinan, Endamên Meclîsê û xebatkarên jin ên şaredariyê beşdarî civînê bûn. Hevşaredar Bêrîvan Gulşen Sîncar di daxuyaniya ragihandina meclisê de axivî û got: “Meclîsa jinan ji bo jin di jiyana civakî, aborî, çandî û siyasî de bibandor bike, dê xebatan bimeşîne. Ji bo ku xizmetên şaredariyê li gorî pêdiviyên jinan bê bi rêxistinkirin, sê pêşniyaran pêşkêş bike. Ji bo jinan dike armanc ku projeyên civakî û polîtîkayên li dijî tundiya li ser jinê pêş bixe û butçeya şaredariyê di warê wekheviya zayendî de binirxîne.”
Piştî daxuyaniyê bi kêf û şahî avakirina Meclîsa Jinan bi hev re pîroz kirin.