Qeydên ji bo kursên tembûr û gîtarê yên ku ji aliyê Rêveberiya Çand û Karûbarên Civakî ya Şaredariya Rêya Armûşê ve tên organîzekirin, dest pê kir.
Rêveberiya Çand û Karûbarên Civakî ya Şaredariya Rêya Armûşê dê ji bo welatiyên Wanê kursa tembûr û gîtarê veke. Şaredariyê ragihand ku qeyd, dê di navbera 25-27ê Mijdarê de li Navenda Çand û Hunerê ya Bêrîvanê ya li Taxa Sixkê bên kirin. Piştî ku pêvajoya qeydê bi dawî bibe, dê kurs dest pê bike.
Rêveberiya Şaredariyê bang li welatiyan kir û diyar kir ku hemû welatiyên 18 salî û mezintir ên ku dixwazin beşdarî kursên tembûr û gîtarê bibin, dikarin ji îro pê ve serlêdanê bikin.








