Şaredariya Sûrê di çarçoveya şaredariya pir zimanî de li avahiya xwe civîneke çapemeniyê li dar xist û Meclisa Ziman ava kir. Şaredariyê destnîşan kir ku dê di hemû xizmetên xwe de pirzimaniyê esas bigirin.
Komîsyona Ziman a Şaredariya Sûrê di çarçoveya şaredariya pir zimanî de li avahiya şaredariyê civînek li dar xist û avakirina Meclisa Ziman ragihand. Hevşaredar Adnan Orhan û Fatma Gulan Onkol û gelek endamên Komîsyona Ziman a Şaredariyê beşdarî civînê bûn. Metna daxuyaniyê endama Komîsyona Ziman a Şaredariya Sûrê Îpek Oyûr xwend.

Îpek Oyûr di destpêka axaftina xwe de wiha qala girîngiya ziman kir: “Destpêka hemû danûstandin û têkiliyên navbera mirovan a rû bi rû axaftin e. Axaftin hem pêdiviya têkiliyên rojane û hem jî alava derbirîna fikr û ramanên mirovan e. Her wiha pira herî girîng ya di têkiliyên mirovan de dîsa ziman e.”
‘Em ê xizmetên xwe bi zimanê li vî bajarî tên axaftin pêşkeş bikin’
Îpek Oyûr bal kişand ser zimanên li bajêr tên axaftin û wiha berdewam kir: “Wekî tê zanîn li bajarê me gelek ziman bi hevre dijîn. Ji bo ku em wekî şaredarî bi zimanên cuda yên ku tên axaftin bikaribin xwe bigihînin her kesî, em ê di xizmetên şaredariya xwe de pirzimaniyê bikar bînin. Em ê di hemû xizmetên xwe yên şaredariyê de pirzimaniyê esas bigirin û xizmetên xwe bi zimanên cuda yên li vî bajarî tên axaftin pêşkêş bikin. Di xizmetên şaredariyan de pirzimanî ne tenê tercîhek e, lê di rastiya xwe de mafê herî bingehîn ê welatiyan e. Şaredarî saziyên herî nêzî gel in; lewra jî dema zimanê gel neyê bikaranîn, di navbera rêveberiyê û civakê de dîwarekî stûr ava dibe.”
Îpek Oyûr ku pirsa “Çima em ê bi hemû zimanên li herêmê tên axaftin xizmetê bikin?” kir, bersiv wiha rêz kirin:
“1- Edaleta Civakî: Pirzimanî rê li ber cudakariyê digire û dihêle ku her kes xwe wekî perçeyekî bajêr hîs bike.
2- Gihiştina Agahiyan: Heke agahiyên li ser tenduristî, paqijî yan jî avahîsaziyê tenê bi zimanekî bin, kesên ku wî zimanî nizanin ji mafên xwe bêpar dimînin.
3- Wekheviya di Xizmetê de: Her welatiyek bacê dide û mafê wî/wê heye ku bi heman qalîteyê xizmetê wergire.
4- Tevlibûna Demokratîk: Şaredarî bi beşdariya gel biryaran didin. Dema şaredarî bi pirzimanî xizmetê bike, welatî dikarin di civînên Meclisê de nêrînên xwe bînin ziman.
5 – Rewşên Awarte: Di rewşên lezgîn û karesatên xwezayî wekî (erdhej, lehî) yan jî nexweşiyên mîna pandemiyan de, ziman dibe meseleya jiyan û mirinê. Heke hişyarî bi zimanê dayikê yê mirov neyên dayîn, dibe ku mirov dereng agahdar bibin û zirarên mezin bibînin.
6- Di xizmetên tenduristiyê yên şaredariyan de, têkiliya rast a nexweş û bijîşk tenê bi zimanekî fêmkirî pêkan e.
7- Parastina Çand û Nasnameyan: Bajar ne tenê ji beton û rûbaran, lê ji çand û zimanan pêk tê. Navên Kolanan û Tabelayan: Bikaranîna navên resen û pirzimanî li ser tabelayan, rêzgirtina li dîroka wî bajar. Xizmetên Çandî, Pirtûkxane, şano û kursên hunerî yên pirzimanî ruhê bajêr diparêzin.
8- Xurtkirin, parastin û xizmetên bo pêşvebirina zimanên li nav sînorên Şaredarîyê tên axaftin, lê belê di bin xetereya tunebûnê de ne, berpirsîyarîyeke dîrokî û exlaqî ye.”
Îpek Oyûr axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji ber van sedeman bi kurtahî em dikarin bêjin ku ji bo têkiliyeke tendurist, rasterast û xurttir di navbera rêveberiya herêmê û xelkên bajêr de çêbibe em xizmetên pirzimanî girîng û pêwist dibînin û wek Şaredarîya Sûrê em ê xizmetên xwe bi pirzimanî pêşkêş bikin.”




















