Şaredariya Cizîrê diwarên hewşa şaredariyê bi wêneyên nivîskar, helbestkar û dengbêjên navdar ên Kurd xemiland.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê şaredariyê diwarên hewşa xwe bi wêneyan xemiland. Hunermendên ku wêneyan xêz dikin, li ser diwarê hewşa şaredariyê wêneyên navdarên weke, Melayê Cizîrî, Eyşe Şan, Ehmedê Xanê, Meyrem Xan, Îsmaîl Ebûliz El-Cezerî, Mehmed Ûzûn, Feqiyê Teyran, Mehmed Arif Cizrawî û Celadet Elî Bedirxan xemiland. Wênexêz Besna Acû û Mehmet Aydin, li ser dîwar wêne xêz kirin.
Şaredariya Cizîrê di parvekirina medyaya civakî de got ku wan bi armanca danasîna dîroka Cizîrê û xuyakirinek estetîk ev xebat kiriye.