Saziyên çandê Ma Musîc, Şanoya Bajêr a Amedê, Komeleya Çandê ya Dîcle Firatê, Komeleya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û KASEDê ji bo piştgiryê serdana çalakiya li ber Şaredariya Wanê kirin.
Saziyên çandê Ma Musîc, Şanoya Bajêr a Amedê, Komeleya Çandê ya Dîcle Firatê, Komeleya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan (KASED) ji bo piştgiryê serdana çalakiya li ber Şaredariya Wanê kirin. Endamên Ma Musîcê û Şanoya Bajêr a Amedê ji bo çalakvanan bernameyên muzîk û stend-upê pêşkêş kirin. Ewilî endamên Ma Musîcê bi defên xwe derketin holê û stranên xwe ji bo çalakvanan strîn. Bi derketina Ma Musîcê çalakvan bi coş govend gerandin û derdorên endaman xelek çêkirin. Endamên Ma Musîcê bi lêdana defê, dengê defê mest kirin û ji bo çalakvanan sitrîn.
Dû re lîstikvanê Şanoya Bajêr a Amedê Salîh Yildizoz derket ser dikê û bi pêkenokên xwe kêfa çalakvanan anî. Çalakvanan eleqeyeke mezin nîşanî bernameya stend-upê dan û demeke xweş derbas kirin.