Sendîka û rêxistinên cîhanê, beriya danişîna doza aktîvîsta TJAyê Ayşe Gokkan ku di 11ê Îlonê de li Dadgeha Amedê pêk bê, bang kirin û xwestin Ayşe Gokkan serbest bê berdan.
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) û şaredara berê ya Nisêbînê Ayşe Gokkan dê di 11ê Îlonê de li 9emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê derkeve pêşberî dadgehê. Beriya danişîna ku sibê saet di 10.00an de li 9emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê pêk bê, nûnrên saziyên civakî û rêxistinên demokratîk bang kirin û xwestin Ayşe Gokkan bi lezgîn serbest bê berdan.
Aktîvîstên TJAyê, Vakfa Paul Gruninger, Foruma Sivîl a Avrupa parazvanên mafên mirovan ên navneteweyî beriya danişînê bang li dadgehê û wezareta dadê kirin û xwestin Ayşe Gokkan serbest berdin.
Kesên ku ji bo Ayşe Gokkan bê berdan îmze dan wiha ne:
*Dr. Thomas Schmidinger – Ji Zanîngeha Viyana/
*Julie Ward – Endamê Parlamentoya Ewropa ya berê.
*Maryam Namazie – Parazvana mafên jinan
*Montserrat Cervera Rodon – Associació Ca la Dona (Barselona)
*Tina Leisch – Derhênera Film û Tiyatro Viyana
*Dr. Berivan Aslan – Endama Meclisa şaredariya Viyana