• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
23 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    KJK: HTŞ siya hêzên hegomonîk e

    KJKê ji bo Şengalê bang kir: Têkevin liv û tevgerê

    Kampa Holê hate girtin

    Kampa Holê hate girtin

    Şaredariya Amedê ji bo kesên çavên wan nabînin 31 pirtûk bideng kir

    Şaredariya Amedê ji bo kesên çavên wan nabînin 31 pirtûk bideng kir

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 23yê SIBATA 2026an

    Artêşa Iraqê tevî zêdebûna gefên DAIŞê, dest bi bêçekirina Êzidiyan kir!

    Artêşa Iraqê tevî zêdebûna gefên DAIŞê, dest bi bêçekirina Êzidiyan kir!

    Artêşa Tirk li Dêrelokê dest bi çêkirina rêyeke nû kir

    Artêşa Tirk li Dêrelokê dest bi çêkirina rêyeke nû kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    KJK: HTŞ siya hêzên hegomonîk e

    KJKê ji bo Şengalê bang kir: Têkevin liv û tevgerê

    Kampa Holê hate girtin

    Kampa Holê hate girtin

    Şaredariya Amedê ji bo kesên çavên wan nabînin 31 pirtûk bideng kir

    Şaredariya Amedê ji bo kesên çavên wan nabînin 31 pirtûk bideng kir

    ROJEVA 04ê ÇILEYA 2025AN

    ROJEVA 23yê SIBATA 2026an

    Artêşa Iraqê tevî zêdebûna gefên DAIŞê, dest bi bêçekirina Êzidiyan kir!

    Artêşa Iraqê tevî zêdebûna gefên DAIŞê, dest bi bêçekirina Êzidiyan kir!

    Artêşa Tirk li Dêrelokê dest bi çêkirina rêyeke nû kir

    Artêşa Tirk li Dêrelokê dest bi çêkirina rêyeke nû kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Saziyên hiqûqê: Di bingeha kuştina jinan de polîtikayên bêcezahiştinê hene

Enqere/ Aw

23 SIBAT 2026 - 14:34
Kategorî: DARAZ, JIN
A A
Enqere – Saziyên hiqûqê yên Enqereyê diyar kirin ku di bingeha qetilkirina jinan de polîtikayên desthilatê yên bêcezahiştinê heye û xwestin peymana Stenbolê careke din bê sepandin û qanûnên jinan biparêzin bên amadekirin.

 

Komîsyona Jinan a Şaxa Enqereyê ya Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Komîsyona Jinan û Wekheviya Civakî ya Şaxa Enqereyê ya Komeleya Hiqûqnasên Hemdemî (ÇHD), Hiqûqnasên Jin ên Civakî, Hiqûqnasên Ji bo Edaletê û Hiqûqnasên ji bo Demokrasiyê derbarê kuştina 6 jinan ji aliyê zilaman ve û polîtikayên bêcezahiştinê li ber Edliyeya Enqereyê daxuyanî da. Jinan li ber Edliyeyê dirûşmeyên, “Em natirsin, serî natewînin û bêdeng namînin” berz kirin.

Metna hevpar a daxuyaniyê hevseroka OHDê ya Şaxa Enqereyê Sîpan Cîzrelî xwend. Sîpan Cîzrelî bi lêv kir ku kuştina 6 jinan rewşa qirkirina zayendî li Tirkiyeyê hatiyê çi aste nişan dide û wiha got: “Polîtikayên bêcezahiştinê û vêkişîna ji peymana Stenbolê ku jinan diparêze rê li ber kuştina jinan vêdike. Dema jin li dijî tundiyê serî li qarakol û saziyên dewletê didin û gilî dikin, nikarin encameke bi dest bixin û giliya wan di çerçoveya, ‘Nîqaşên di nava malbatê de’ tên destgirtin û ji bo parastina jinan tu hewldan pêk neyên. Qanûnên heyî û tedbîrnegirtina serdozgeriyan dibe sedema kuştina jinan. Her wiha li şuna ku desthilat polîtikayên parastina jinan pêş bixin, destkêftiyên jin û LGBTÎ+an hedef digirin. Desthilat sala derbasbûyî weke sala malbatê ragihand û tundiya di nava malbatê de jî reva kir. Her wiha dest ji hev berdan jî weke pêkanîneke xirab nişan da û asteng dike. Li gor lêkolînan jî nişan didin ku jin dema dixwazin zilam berdin tên kuştin.”

‘Divê desthilat dest ji polîtikayên cihêkariyê berde’

Sîpan Cîzrelî destnîşan kir ku ji bo parastina jinan divê tedbir bên girtin û wiha pê dê çû: “Divê careke din Tirkiyeyê peymana Stenbolê îmze bike. Qanûnên ku zilam ji jinan dûr digirin divê bi awayekî rêk û pêk bê sepandin û di bin çavdêriyê de be. Berpirsên saziyên dewletê ku van qanûnan pêk naynin divê di derbarê wan de lêpirsîn bê destpêkirin. Divê destûr neyê dayin zilamê bêrsûc were parastin û divê desthilat dev jî polîtikayên cihêkariya zayendî berde.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû

 

Etîket: ÇHDDaxuyaniya HevparOHDSaziyên HiqûqêSîpan Cîzrelî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Werin em ji bo zimanê xwe bimeşin’

‘Werin em ji bo zimanê xwe bimeşin’

20 SIBAT 2026
Otomatik taslak

OHD: Divê Meclis zimanê Kurdî bi awayekî fermî nas bike

19 SIBAT 2026
OHD a Colemêrgê kongreya xwe li dar xist

OHD a Colemêrgê kongreya xwe li dar xist

14 SIBAT 2026
Serhat Çakmak: Birêz Abdullah Ocalan ji bo çareseriyê kesê herî girîng e

Serhat Çakmak: Birêz Abdullah Ocalan ji bo çareseriyê kesê herî girîng e

14 SIBAT 2026
OHD, ÎHD û Baroya Rihayê: Divê welatiyên di bin çavan de bên berdan

OHD, ÎHD û Baroya Rihayê: Divê welatiyên di bin çavan de bên berdan

23 ÇILE 2026
Ji 70 rexistinên Ewropayê bang û piştgiriya Rojava

Ji 70 rexistinên Ewropayê bang û piştgiriya Rojava

23 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Rojnameger Ertaş hate binçavkirin

    Rojnameger Ertaş hate binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Ziman stûna xwebûn û civakê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji Galîçyayê Mîguel Paz: Em li rex gelê Kurdistanê ne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji ber stranên Kurdî 5 salan girtî ma: Zext û qedexe hunerê didin afirandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi malbatan re semînera ziman: Em bi zarokan re bi Kurdî biaxivin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • 5 partiyên siyasî yên Rojhilat peymanek nû çêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şaredariya Amedê ji bo kesên çavên wan nabînin 31 pirtûk bideng kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Artêşa Iraqê tevî zêdebûna gefên DAIŞê, dest bi bêçekirina Êzidiyan kir!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Efrînê ne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (844)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne