Endamê OHDê parêzer Mûsa Bendaş li Edeneyê ji ber tevlibûna çalakiyên li dijî êrişên li ser Rojava hatibû girtin. Bi pêşengiya OHDê û tevkariya şaxên ÎHDê û baroyan li gelek bajaran daxuyanî hatin dayîn û bertek nîşanî girtina Bendaş dan û hate xwestin ku Mûsa Bendaş tavilê bê berdan.
Endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Edeneyê parêzer Musa Bendaş, di 23yê Çileyê de ji ber ku li Edeneyê tev li çalakiya şermezarkirina êrişên li ser Rojava bûbû, hatibû binçavkirin. Musa Bendaş 24ê Çileyê di “Roja Parêzerên Di Bin Metirsiyê De Ne” de bi îdiaya “Li dijî polîsan miqawemet kiriye” hate girtin.
Şaxên OHDê û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) îro li gelek bajaran bi armanca nerazîbûn nîşanî girtina Musa Bendaş bidin û xwedî lê derkevin daxuyanî dan çapemeniyê.
Şaxên OHDê û ÎHDê di serî de li Amed, Wan, Stenbol û gelek bajarên din bi awayek hevpar daxuyanî li dar xistin û nerazîbûn nîşanî girtina Musa Bendaş dan.

AMED
OHDê û ÎHDê li ber Edliyeya Amedê daxuyanî da. Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç, endamên OHDê, ÎHDê yên Amedê û gelek parêzer beşdar bûn. Daxuyanî ji aliyê rêvebera OHDê ya Şaxa Amedê Buşra Eylul Ozgultekîn ve hate xwendin. Beriya daxuyaniyê Hevserokê OHDa Amedê Muhîttîn Mûgûç axivî.
‘Em binçavkirin û girtinan qebûl nakin’
Hevserokê OHDa Amedê Muhîttîn Mûgûç anî ziman ku serê sala 2026an li Rojavayê Kurdistanê li ser gelê Kurd şerek hate ferzkirin. Mûgûç diyar kir ku ji ber vî şerî gelê Kurd li her welatî û li her deverî bertek nîşan da û rabû ser pêya û got : “Em vî şerî qebûl nakin. Ev şer li dijî fikr û ramanê me ye. Li bajarên Tirkiyeyê û li Kurdistanê nerazîbûn nîşanî şer hate dayîn. Di van çalakiyan de endamê me parêzer Mûsa Bendaş hate girtin. Em wek saziyên sivîl û hiqûqê vê girtin û binçavkirinê qebûl nakin.”
WAN
Şaxa OHDê ya Wanê jî bi hevkariya Baroya Wanê û Komeleya Vekolîn û Perwerdeya Hiqûqê (DADSAZ) li ber Edliyeya Wanê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta “Mûsa Bendaş serbest berdin” hat vekirin. Hevserokên OHDê yên Wanê, Serokê Baroya Wanê û gelek parêzer tev li daxuyaniyê bûn. Metna daxuyaniyê ji hêla Hevserokê OHDa Wanê Hakan Bozkûrt ve hat xwendin. Bozkûrt bal kişand ser çalakiyên ji bo Rojava û diyar kir ku binçavkirin û girtina welatî û parêzerên tev li çalakiyan bûne, binpêkirina mafê azadiya raman e.

STENBOL
Şaxa OHDa Stenbolê jî bi heman armancê li pêşiya Edliyeya Çaglayanê daxuyanî da. Hevserokên OHDa Stenbolê, Rêveberên Baroya Stenbolê û gelek parêzer tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê endama OHDa Stenbolê Bêrîvan Barîn ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de pankarta “Parêzer Musa Bendaş bila were berdan” hate vekirin.

ÎZMÎR
Şaxên OHDê, Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), ÎHDê yên Îzmîrê û Koma Parêzerên Hemdem û Hiqûqnasên ji bo Dadmendiyê bi heman armancê li ber Edliyeya Îzmîrê daxuyaniya çapemeniyê dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila parêzer Musa Bendaş serbest bê berdan” hat vekirin. Metna çapemeniyê ji aliyê endama OHDê Faraşîn Gumuş ve hat xwendin.
Daxuyaniya hevpar a OHDê wiha ye:
‘Ev mudaxaleyeke siyasî ye’
“Endamê me Parêzer Mûsa Bendaş, bi hinceta beşdarbûna çalakiyeke aştiyane ku li Edeneyê li dijî êrîşên leşkerî yên li ser Rojava hatibû lidarxistin, di 23yê Çileyê de hatibû binçavkirin û di 24ê Çileyê Roja Parêzerên di Bin Metirsiyê de ne bi angaşta ‘Li dijî polîsan rabûye’ hat girtin. Bêparkirina parêzerekî ji azadiyê ji ber beşdarbûna çalakiyeke aştiyane nayê qebûlkirin. Ev girtin ne tenê sînordarkirina azadiya kesane ye; di heman demê de li dijî azadiya îfadeyê, mafê kombûna aştiyane û li dijî garantiya saziyî ya pîşeya parêzeriyê, binpêkirineke eşkere ya mafan e. Ji ber vê yekê, pêvajoya ku tê jiyîn ne tenê kiryareke dadwerî ye ku di çarçoveya darizandina cezayê de were nirxandin, ev mudaxaleyeke siyasî ye ku rasterast prensîba dewleta hiquqê û nîzama civaka demokratîk diceribîne.
Anîna ziman a rexneyan mafekî meşrû ye
Di civakeke demokratîk de desthilatdariya dewletê bi hiquqê tê sînordarkirin û qada azadiya kesan tê parastin. Azadiya îfadeyê û mafê protestoya aştiyane kevirên bingehîn ên vê nîzamê ne. Anîna ziman a rexneyên li ser polîtîkayên desthilatdariya siyasî bi rêyên aştiyane, yek ji nîşaneyên herî girîng ên hebûna civaka demokratîk e. Operasyonên leşkerî yên li ser Rojava rasterast bi polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê re têkildar in û anîna ziman a rexneyên li ser van polîtîkayan di qada giştî de mafekî meşrû ye. Axaftina li dijî polîtîkayên şer, hawirdora şer û binpêkirinên mafên mirovan pêdiviyeke hemwelatiya demokratîk e û nabe were krîmînalîzekirin.
Lêpirsînên bi vî rengî bi prensîbên civaka demokratîk re li hev nake
Xala 25emîn a Destûra Bingehîn azadiya îfade û ramanê, xala 26emîn azadiya vegotin û belavkirina ramanê û xala 34emîn jî mafê lidarxistina civîn û xwepêşandanên aştiyane diparêze. Bi heman awayî xalên 10 û 11emîn ên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ku Tirkiye jî aliyekî wê ye, azadiya îfadeyê û mafê kombûna aştiyane di bin parastinê de digire. Li gorî îctîhadên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, azadiya îfadeyê ne tenê ji bo ramanên ku ji aliyê civakê ve tên qebûlkirin, di heman demê de ji bo ramanên ku dewlet an jî rayedarên giştî aciz dikin jî derbasdar e. Tevî vê yekê, kirina mijara lêpirsîna cezayî ya beşdarbûna çalakiyeke aştiyane, bi prensîbên civaka demokratîk re li hev nake û mudaxaleyek e ku armanca wê tepisandina ramana rexnegir e.
Beyî Wezareta Dadê destûr were girtin, kiryar hatiye destpêkirin
Ji aliyê din ve di pêvajoya lêpirsîna li ser endamê me de, garantiya pîşeyî û prosedurên taybet ên lêpirsînê yên ku ji Zagona Parêzeriyê derdikevin, bi eşkereyî hatine binpêkirin. Pîşeya parêzeriyê ne tenê çalakiyeke pîşeyî ye; garantiya saziyî ya mafê parastinê û hêmaneke jêneveger a mafê darizandina adil e. Ji ber vê yekê prosedurên ku di lêpirsînên li ser parêzeran de hatine diyarkirin, garantiyên bingehîn in ku serbixwebûna pîşeya parêzeriyê diparêzin. Tevî vê yekê, bêyî ku prosedura bangkirinê were sepandin, rasterast li ser endamê me kiryara binçavkirinê hatiye pêkanîn. Her wiha di çarçoveya lêpirsînê de bêyî ku ji Wezareta Dadê destûr were girtin, kiryar hatiye destpêkirin û ev yek binpêkirina eşkere ya ewlehiya hiquqî û prensîba pêşdîtinê ye.
Tedbîra girtinê veguheriye amûreke cezakirinê
Ji azadî bêpar hiştina Bendaş ya ji bo du mehan, di warê xwezaya tedbîra girtinê de binpêkirineke giran a mafan e. Di hiquqa darizandina cezayê de girtin tedbîreke îstîsna ye û tenê di çarçoveya prensîbên neçarî, pîvandarî û wekî çareya dawî dikare were sepandin. Tevî vê yekê, rewşa girtina demdirêj nîşan dide ku ev tedbîr veguheriye amûreke cezakirinê. Di îctîhadên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de jî bi eşkereyî hatiye diyarkirin ku armanca girtinê ne cezakirin e, tenê dabînkirina meşandina saxlem a darizandinê ye. Lê tevî vê yekê, berdewamiya darizandina bi girtî nîşan dide ku meqamên darizandinê ne li gorî zagon û îctîhadan, lê bi nêzîkatiyeke ku ji pîvanên hiquqî dûr ketiye û bi saîqên siyasî teşe girtiye, tevdigerin.
Krîmînalîzekirin nayê qebûlkirin
Binçavkirin û girtinên li dijî kesên ku beşdarî protestoyên li dijî operasyonên leşkerî yên li ser Rojava bûne hatine asayîkirin û hatiye dîtin ku ji xeynî Mûsa Bendaş, gelek hemwelatiyên ku beşdarî çalakiyên dişibin hev bûne jî bi heman awayî bûne hedef. Lê belê, mafê protestoya aştiyane ji bo her kesî, pîşe û nasnameya wan çi dibe bila bibe, mafekî bingehîn ê demokratîk e. Birûbirûkirina kesên ku êrîşên li ser Rojava protesto dikin bi lêpirsînên cezayî, bêyî ku li parêzer an hemwelatîbûna wan were nêrîn, binpêkirina azadiya îfadeyê û mafê kombûna aştiyane ye. Krîmînalîzekirina rexneyên li ser polîtîkayên şer û daxwaza aştiyê nayê qebûlkirin. Ev pêkanîn ne tenê li dijî hemwelatiyên ku mafê xwe yê protestoyê bi kar tînin in, di heman demê de beşek ji polîtîkaya zextê ya sîstematîk in ku parêzerên pîşeya parastinê dikin jî hedef digirin.
Girtina Bendaş mînaka polîtîkayên zextê ye
Pîşeya parêzeriyê ne tenê çalakiya pêşkêşkirina xizmeta hiquqî ya teknîkî ye. Parêzer di parastina serweriya hiquqê û mafê parastinê de roleke giştî digirin ser milê xwe. Ji ber vê yekê, ji ber anîna ziman a ramanên xwe an jî daxuyaniyên li ser mijarên civakî, xistina bin zextê ya parêzeran, mudaxaleyek e li dijî hebûna saziyî ya mafê parastinê. Di vê çarçoveyê de, girtina endamê OHDê parêzerê Kurd Mûsa Bendaş bi hinceta meşeke protestoyî nayê qebûlkirin. Di pêvajoya têkoşîna hiquqî ya ku OHD bi taybetî li dijî binpêkirinên mafan ên li bajarên Kurdan dimeşîne de, gelek parêzer bi lêpirsîn, binçavkirin û girtinan re rû bi rû mane. Girtina Mûsa Bendaş jî mînaka nû ya van polîtîkayên zextê ye. Her cure mudaxaleya li ser parastinê, di heman demê de nîşaneya tunebûna prensîba dewleta hiquqê ye û îspata wê ye ku meqamên darizandinê wekî kaxizek ji bo rejîma zextê tên bikaranîn.
Ji ruh naveroka pêvajoyê dûr e
Di heman demê de, girtina Mûsa Bendaş di pêvajoyeke hevparî û aştiyê de ku bi dirûşma Civaka Demokratîk, Aşitiya Civakî teşe girtiye, hawirdora zextê ya ku nêrînên rexnegir pê re rû bi rû ne bi awayekî sembolîk derdixe holê û li dijî ruh û naveroka pêvajoyê ye.
Em ê şopdarî neheqiyê bin
Em girtina endamê me Mûsa Bendaş ê ku bi awayekî nehiqûqî berdewam dike qebûl nakin. Divê tavilê dawî li van pêkanînên ku pîşeya parastinê û maf û azadiyên bingehîn hedef digirin were anîn û endamê me Parêzer Mûsa Bendaş tavilê were berdan. Wekî Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), em ji raya giştî re radigihînin ku em ê di qada hiquqî û civakî de şopdarê vê neheqiyê bin.”













