Li Amerîkayê 11 saziyên Kurdan û endamê Meclisa Şaredariya Bllevue ya Eyaleta Washingtonê Naren Briar, li dijî êrişên ser Rojava banga berpirsyartiyê li Kongreya DYAyê kir.
11 saziyên Kurd ên ku li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) xebat dimeşînin û Endama Meclisa Şaredariya bajarê Bellevue ya eyaleta Washington siyasetmedara Kurd Naren Briar, ji bo Rojava bang li Kongreya DYAyê kir ku berpirsyarî bigire.
Rewşa xetere hate destnîşan kirin
Di daxuyaniya hevpar de hate diyarkirin ku êriş dibin sedem ku Kurd û gelên din bi zorê ji cihê xwe bên kirin û rû bi rûyê binpêkirinên mafên mirovan û xeteriya komkujiyê dimînin. Hat destnîşankirin ku hêzên dewleta Sûriyeyê bi hezaran girtiyên DAIŞî berdane û hate ragihandin ku rêveberiya Golanî agirbestê red dike, bi êrişan hewl dide desthilatdariya xwe xurt bike, welêt rû bi rûyê karesateke mirovî û gefeke qirkirinê ya muhtemel e.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Amerîka tevî tifaqa bi HSDê re ya li dijî DAIŞê, mudaxileyî êrişan nekir û hate destnîşankirin ku rewşa li Rojava mîna dema sala 2014an e.
‘Piştgiriya gelên Rojava bikin’
Bang li endamên Kongreya DYAyê hate kirin ku êrişên hikûmeta Sûriyeyê li ber raya giştî şermezar bikin û ji bo rawestandina êrişan zextê li rêveberiya DYAyê bikin. Her wiha bang li tevgerên civakî yên li Amerîkayê jî hate kirin ku piştevaniya bi gelên Rojava re mezin bike û zextê li ser Kongreyê bike.
Saziyên Kurdan û Naren Briar daxwaz kirin ku Amerîka demildest mudaxele bike û êrişan rawestîne, milîsên bi piştgiriya Tirkiyeyê bên vekişandin, ji bo Sûriyeyeke federatîf a ku hemû mafên gelan bixe bin ewlehiyê bi HSDê re car din muzakere destpê bikin û çavdêrên navneteweyî tevlî hevdîtinên siberojê bên kirin.
Saziyên ku bangê îmze kirine ev in:
*Komîteya Rewşa Lezgîn a Rojava (ECR)
*Komeleya Kurd a Washingtonê (KAWA)
*Navenda Civaka Kurd a Kalîforniyayê (CalKurd)
*Navenda Çandê ya Kurd a Illinoisê (KCCI)
*Komeleya Perwerdeyê ya Amerîkayê ya Kurd a Los Angelesê
*Komeleya Kurd a New Englandê (NEKA)
*Civata Kurd a Başûrê Kalîforniyayê (KCSC)
*Komeleya Kurd a Amerîka (AKA)
*Meclisa Civakên Kurdistanê
*Koma Amerîka ya Kurd (KAG)
*JudiKA
*Naren Briar, rayedara hatî hilbijartin (Bajarê Bellevue, WA)













