Wan – Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan ku qeyim tayînî şûna wan hatiye kirin bi boneya salvegera tayînkirina qeyim axivîn û diyar kirin ku ji bo tayînkirina qeyim 15ê Sibatê bi zanebûn jê girtin û gotin ku feydeya polîtîkayên qeyim ji bo tu kesî nîne.
Salek bi ser tayînkirina qeyim ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê re derbas bû. Ji bo Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 5emîn a Amedê ve 3 sal û 9 meh cezayê girtîgehê hat birîn. Piştî biryarê gelê Wanê li ber şaredariyê 5 roj 5 şevan nobed girt. Di 15ê Sibata 2025an de biryara tayînkirina qeyim hat dayîn û bi hezaran leşker û polîsan bi ser şaredariyê de girtin û pîr, zarok, jin, ciwan nêzî 300 kesan bi îşkenceyê binçav kirin. Piştî êrişa li ser şaredariyê di nava bajêr de protesto hatin destpêkirin û nêzî 700 kesan jî di van protestoyan de hatin binçavkirin. Ji kesên hatin binçavkirin zêdetirî 100 kesan hatin girtin û hejmarek van kesan hêj jî girtî ne. Ji aliyê Wezareta Karên Navxwe ve waliyê Wanê Ozan Balci weke qeyim hat tayînkirin û vîna gelê Wanê careke din hat desteserkirin.
Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan ku qeyim tayînî şûna wan hat kirin, di salvegera tayînkirina qeyim de ji Ajansa Welat re axivîn û bal kişandin ser encamên tayînkirina qeyiman.
‘Bizanebûn ji bo tayînkirina qeyim 15ê Sibatê hilbijartin’
Hevşaredar Neslîhan Şedal bal kişand ser armanca tayînkirina qeyim û diyar kir ku polîtîkaya qeyim bi polîtîkayên bişaftin û qirkirinê ve girêdayî ye. Neslîhan Şedal destnîşan kir ku biryara qeyim di salvegera komploya 15ê Sibatê de hat dayîn û got: “Em dizanin ku xwestin bi vê yekê peyamekê bidin gelê Kurd û gelê Wanê. Wan, ev 27 salan zêdetir e xwedîderketineke mezin ji bo rêberê xwe Abdullah Ocalan nîşan dide û hemû polîtîkayên qirêj vala derdixîne. 11ê sibatê ceza li hevşaredarê me hat birîn, lê biryara qeyim di 15ê Sibatê de dan û ev roj bizanebûn hat diyarkirin. Xwestin bibêjin ‘Çawa ku me rêberê we girtiye, em wisa vîna we jî desteser dikin’. Çawa ku gelê Kurd komploya navneteweyî vala derxistiye, gelê Wanê jî hişmendî û polîtîkayên qeyim vala derxist.”

‘Gel xwedî li nirxên xwe derket’
Neslîhan Şedal bal kişand ser berxwedana gelê Wanê û da zanîn ku piştî biryarê gel dest bi nobetê kir. Neslîhan Şedal anî ziman ku 7 salî heta 70ê salî gel berxwedaneke gelekî mezin nîşan da û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Di nava wê sir û seqemê de îradeyeke gelekî mezin pêş ket. Lê di 15ê Sibatê de weke ku biçin şer avahiya şaredariyê dorpêç kirin û êrişî kal, jin, dayik, zarok, ciwan kirin. Lê gelê me peyama herî baş da wan û xwedî nirxên xwe derket.”
‘Dixwazin pirsgirêkên civakê kurtir bikin’
Bi domdarî Neslîhan Şedal behsa texrîbatên ku qeyim li dû xwe hiştin kir û bi lêv kir ku texrîbatên li ser şaredariyê di heman demê de texrîbatên li ser civakê ne jî. Neslîhan Şedal anî ziman ku tayînkirina qeyim tenê ji bo avahiyekê nayê kirin û wiha pê de çû: “Qeyim tayînî vîn û gotina gel kirin. Di vê pêvajoyê de bêhiqûqiya herî mezin jî ew bû ku mafê hilbijartinê yê gel hat binpêkirin. Texrîbata herî mezin jî ev e. Bêedaletî bi polîtîkayên qeyûman weke meşrû tên dîtin û ev kiryar hemû polîtîk in. Şerê taybet bi destê qeyiman tên birêvebirin, qeyrana aborî roj bi roj kûr dibe, polîtîkayên qirkirina jinan zêde dibin, ji aliyê ziman û çandê ve bişaftinê û koçberî bi destê qeyûman tên kirin. Dixwazin pirsgirêkên civakê kûrtir bibin, ji xwe ji bo çareseriyê nehatine.”
‘Polîtîkayên qeyim bi AKPê dide windakirin’
Neslîhan Şedal bi bîr xist ku ev pirsgirêkên tên jiyîn bi azadiya jinê ve girêdayî ye û vê yekê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî dibêje. Neslîhan Şedal diyar kir ku heke nakokiyên di navbera jin û zilam de bên çareserkirin, dê di nava civakê de jî bên çareserkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev pirsgirêk bi destê qeyiman hê mezintir bûne. Saziyên jinan, çand û hunerê, ziman û yên çandinê hemû hatine texrîpkirin û li kîderê şaredariyeke civakî hatibe avakirin bûye hedef. Me li dijî tundiya li ser jinan navend û malên piştgiriyê, hilberînê û aboriyê avakirin, lê qeyiman yan nav û naveroka wan guherîne yan jî girtine. Li gorî profîlên ku dixwazin ava bikin di nava van saziyan de guhertinên wisa çêdikin. Saziyên aboriyê girtin û taybetî jin û ciwan mexdûr bûn û ji ber vê yekê jî ji vir koç dikin. Mala Zarokan Perperok me vekiribû û perwerdehiya Kurdî dihat dayîn, lê naveroka wê jî guhertin û Kurdî hat li wir hat qedexekirin. Ev yek jî nîşaneya bişavtinê ye. Lê tevî van yekan jî berxwedaneke mezin heye, gelê Wanê niha jî me digerin û me mixatap dibînin. Polîtîkayên qeyûman tu carî di nava civakê de cîhê xwe negirtiye û bi AKPê dide windakirin.”
‘Hişmendiya komplogeran û hişmendiya ku qeyim tayîn dike yek e’
Hevşaredar Abdullah Zeydan jî bal kişand ser hilbijartina dîroka tayînkirina qeyim û da zanîn ku di salvegera Komploya navneteweyî ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye pêkanîn de qeyim hatiye tayînkirin. Abdullah Zeydan destnîşan kir ku hişmendiya komplogeran û hişmendiya ku qeyiman tayîn dike yek e û wiha berdewam kir: “Komploya li hember Rêberê Gelê Kurd jî li ser tunekirina hebûn, çand, ziman û deskeftiyên Kurdan bû û êrişên qeyim jî heman in. Çavkaniya her du hişmendiyan jî yek e. Êrişên li dijî Rêberê Gelê Kurd û êrişên li ser şaredariyan hemû nûnerên hişmendiya zilam û moderniteya kapîtalîst in. Ev hişmendî dijminê jinê, xwezayê, aştiyê, wekhevî, azadiyê, Kurdan û gelên bindest in. Çawa ku gelê Kurd li dijî komployê sekneke pîroz nîşan da, niha li dijî dagirkeriya qeyim jî heman seknê nîşan dide. Em careke din gelê Wanê ji ber vê sekna wan pîroz dikin.”

‘Banga Ocalan derfeteke mezin e’
Di berdewamiyê de Abdullah Zeydan tayînkirina qeyiman a tevî pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” weke nakokî pênase kir û got ku Devlet Bahçelî bangek kir û Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan jî bersiva vê bangê bi gotina ‘Ji xwe ez 30 sal in muxatabekê digerim, heke hûn micit bin ez dikarim vî şerî bizivirînim aştî û diyalogê. Min ev hêz heye’ da. Abdullah Zeydan destnîşan kir ku Abdullah Ocalan bangek li rêxistina xwe kir û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Bi vê bangê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk da destpêkirin. Rêberê Gelê Kurd, rêxistin, Kurdan û aştîxwazan peywira xwe anî cîh. Divê desthilat jî ji bo komareke demokratîk li gorî ruhê vê pêvajoyê gavên micit biavêje. Divê mafê hêviyê û biryarên AÎHMê bên bicîhanîn, girtî bên berdan, li dijî statuya Rojava îtîraz nekin, destkeftiyên Kurdan ji bo xwe gef nebînin û dest ji polîtîkayên qeyiman berdin. Feydeya van polîtîkayan ji bo desthilatê jî nîne, ji aliyê siyasî ve li Kurdistanê AKPê xwe xelas kir. Qeyûm dizî ye, talan e, bê edaletî ye, zilm e û feyedeya wê ji bo tu kesî nîne. Divê li gorî ruhê pêvajoyê qeyiman paşve bikşînin û vîna gel careke din teslîmî gel bikin.”
‘Şer dide windakirin, lê aştî dide qezençkirin’
Abdullah Zeydan anî ziman ku Abdullah Ocalan derfeteke gelek mezin daniye pêşiya Rojhilata Navîn û pêşniyara Abdullah Ocalan avakirina civaka demokratîk e. Abdullah Zeydan destnîşan kir ku heke civaka demokratîk û hişmendiyeke komînal bê avakirin dê herkes serbikeve û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Çawa ku şer bi herkesî dide windakirin, aştî jî dê bide qezençkirin. Aştî û tifaqa Kurd û Tirkan tenê aramiyê nade Kurdistan, Tirkiye, Îraq, Îran, Sûriyeyê, dê ronahiya vê aştiyê heta Afrîkayê û gelek derên din jî biçe. Heta dê heta bandorê li ser Filistînê jî bike û dê zilma li wir bi dawî bibe. Lewma derfeteke dîroka li pêşiya herkesekî ye, divê herkes bi çar milan xwedî vê pêvajoyê derbikevin û rizgariya mirovahiyê modernîteya demokratîk e.”













