Seferetxaneya Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê (DYA) ya li Îsraîlê ragihand ku ji ber metirsiya rageşiya Îranê wan destûr daye ku karmendên wan yên karên esasî nakin, ji Îsraîlê derbikevin.
Sefaretxaneya Bilind a Amerîkayê ya li Qudisê hişyarî da personel û malbatên welatiyên Amerîkayê ku ji herêma Bajarê Kevn ê Qudisê derkevin. Seferetxane ji ber gengeşiyên heyî diyar kir ku dibe di rojên pêş de ger û geşta personel û malbatên welatiyên Amerîkayê were sînordarkirin an jî bi temamî werin qedexekirin.
Seferetxane da zanîn ku welatiyên dixwazin derbikevin dikarin ji seferên belefirên ji bo bazirganiyê radibin sûd bigirin. Seferetxane bi bîr xist ku hişyarî ji ber metirsiya pevçûneke ku pêk bê hatiye kirin













