Bi hatina meha Remezanê fêkiya herî navdar xurme li ser hemû sifreyan cihê xwe digire. Ji ber pîroziya wê ya olî hem rojî pê tên vekirin, hem ji ber tama wê li ber çayê tê danîn û hem jî bi boneya faydeyên wê yên têrker û parastina bedenê, wek xarin tê mezaxtin. Xurmeyên bi hatina Remezanê re li ser hemû dezgehan û sifreyan cihê xwe digirin, li gorî Cahit Orkmez ê xurmeyan difiroşe ji ber bihabûnê welatî nikarin bi rihetî bikirin.
Bi hatina merha Remezanê re xwarinek li herêma Serhedê herî zêde tê mezaxtin yek jî xurme ye. Li ser her sifreyê cihê xurmê heye û pariyê pêşiyê yê vekirina fitarê ye. Xurme ne tenê wekî fêkiyekê lê di heman demê de wekî sembola bereketê û tenduristiyê jî tê dîtin. Her wiha ji ber ku di çanda Islamê de cihek pîroz heye, li Rojhilata Navîn de xwedî cihekî girîng e. Her çiqas sal 12 meh xurme li Serhedê tê xwarin jî taybetî di meha Remezanê de kirîn û firatina wê gelek zêde dibe.
Fitare bi xurman tê vekirin
Li Bakurê Kurdistanê bi destpêkirina rojiyê li ser her dezgahekê peyda kirina cureyên xurmeyan pêkan e. Ligel şert û mercên aboriyê yên kambax jî li Serhedê welatî xurmeyan ji ser sifreya xwe kêm nakin. Her çiqas li tevahiya Kurdistanê mezaxtina xurmeyan hebe jî bi taybetî li Serhedî di nava jiyana rojane de cihê xurmeyê cuda ye. Welatî piştî bangdanê piranî rojiya xwe bi xwarina xurmeyekê ve dikin. Bi boneya sembola wê ya olî jî wekî zêde tê tercîhkirin.
Herî zêde li ber çayê tê danîn
Li Serhedê xurme ne tenê di meha Remezanê de û ji bo vekirina rojiyê tê xwarin. Xwarina an jî şirînahiya herî zêde li ber çayê tê danîn e. Ji ber ku vexwarina çayê li Serhedê pir zêde ye, ev yek mezaxtina xurmeyan jî zêde dike. Serhedî hem bi xwe wekî çandekê xurmeyan li ber çayê datîtin û hem jî wekî îkramekê pêşkêşî mêvanên xwe dikin. Bi vê boneyê xurme wekî pêvekek çayê jî di hemû seatên rojê de tê xwarin.
Wekî xwarinek cuda Xurmerûn
Her wiha li Serhedê xurme wekî xarinekê jî tê mezaxtin. Li Serhedê her çiqas bi navên cuda bê pênasekirin jî malzeme, çêkirin û tama wê heman e. Pêşiyê rûn di taveyekê de tê qijirandin û piştre jî xurmeyên hatine amadekirin di nav rûn de tên pijandin. Li gorî tercîhê dendikên xurmeyê tên derxistin an jî bi dendik tên sorkirin. Her wiha li hind deveran hêk jî lê tê zêde kirin. Ev xwarin di taştê û paşîvan de tê xwarin.
Gelek faydeyên wê ji bo tenduristiyê hene
Ji aliyê zanistî ve jî, xurme ji ber ku xwedî şekira xwezayî û fîberê ye, piştî birçîbûneke dirêj enerjiyê dide laş û pergala herisê hêsan dike. Her çiqas ev aliyê wê li ser mezaxtina wê zêde bi bandor nebe jî di xwarina wê ya zêde de jî pirsgirêkek tune ye.
Xurme cur bi cur in
Lê malbata xurmeyan jî wekî gelek xurekên din berfireh e. Bi dehan cureyên cuda hene. Lê xurmeyên herî zêde têne tercîhkirin bi navê Mebrûm, Sifawî, Medjool, Ajwa û Sûkerî tên zanîn. Mebrûm xurmeya herî klasîk a Medîneyê ye. Hişk û bi tam e, bi rengê xwe yê qehweyî tê naskirin. Sifawî xurmeyeke reş û nerm e. Ji bo xwînê û enerjiyê pir bi feyde ye. Medjool jî bi mezinahiya xwe tê naskirin. Pir şîrîn û goştê wê pir e. Ji bo wê wekî “şahê xurmeyan” tê binavkirin. Ajwa xurmeya herî bi qîmet e. Bi rengê xwe yê reş û bi şiklê xwe ya gilover tê naskirin; bi taybetî ji bo tenduristiya dil tê pêşniyarkirin. Xurmeya bi navê Sûkerî jî heye ku rengê wê zer e û geleke nerm e. Ji ber ku şîraniya wê zêde ye navê “Sûkerî” lê hatiye kirin.
‘Bihayê wê her diçe zêde dibe’
Firoşkarê xurmeyan Cahît Orkmez derbarê bikaranîn, taybetmendî û bihayê xurmeyê de da zanîn ku di nava gelek fêkiyan de xurme pitir tê tercîhkirin û got: “Proteîn û lifa xurmeyê gelek zêdeye lewma di Remezanê de gelek tê xwestin. Di nava malbata xurmeyê de ya herî baş ya Kudûsê ye. Xurmeya Kudûsê pir bi goşt û piroteîn e. Lê belê her ku diçe bihayê xurmeyê jî zêde dibe. Lewma welatî nikarin xurmeya baş bikirin.”
‘Xurmerûna paşîvan’
Cahît Orkmez bi bîr xist ku xurme li malan de cihê xwe yê cuda heye û ew tiş anîn ziman: “Her wekî tê zanîn xurme û qesp li ber çayê û li ser sifreyên fitarê cihê xwe digire. Her wiha xwarina ku bi xurmeyê tê çêkirin jî heye. Jêra dibêjin Xurmerûn. Pêşîyê berikên xurmeyê jê tên derxistin dûre di nava rûnîde tên nerm kirin û qelandin. Xurmerûn ji taştê û paşîvên Remezanê tê çêkirin.”























