Semsûr – Ji ser erdheja 6ê Sibatê re 3 sal derbas bûn. Li Semsûra ku ji erdhejê zêde bandor bûye tevî 3 salên derbas bûyî welatî hêj di konteyneran de dijîn. Semsûra ku birîn nehatine kewandin hêj di roja 6ê Sibatê de maye.
Li navçeyên Bazarcix û Elbîstan ên Mereşê di 6ê Sibata 2023an de bi pîleya 7.7 û 7.6an 2 erdhejên mezin pêk hatin. Di erdhejan de 11 bajar derdorê bi bandor bûn. Herî zêde bajarên Semsûr, Mereş, Hatay û Meletî ji erdhejê bandor bûn. Li navçeya Serfolanê ya Semsûrê hilweşîneke mezin pêk hat. Li gor daneyên fermî zêdetirî 10 hezar avahî hilweşiyan an jî hatin asta neyên bikaranîn. Li gor daneyên fermî li Semsûrê zêdetirî 8 hezar û 400 kes jiyana xwe ji dest dan. Herwiha tê gotin ku piranî kesên jiyana xwe ji dest danê nehatinê qeyd kirin û hejmara kesên jiyana xwe ji dest danê li gorî daneyên hatine parvekirin hêj mezintir e.
Mesref ji kîsê mexduran in
Ser erdhejê 3 sal derbas bûn û hêj jî piranî maxdurên erdhejê yên xaniyên wan hilweşiyane, di konteyneran de dimînin. Li Semsûr û navçeyên wê bi temamî 24 bajarên konteyneran hene û 42 hezar û 456 welatî di van konteyneran de dijîn. Hikûmetê li Semsûrê bi goştî 43 hezar avahiyên erdhejê hatin avakirin û xanî dikanên hatinê çêkirin jî ji mexduranbre bi pereyan ve tên firotin. Welatiyên ku pereyên wan tune ne jî nikarin derbasî van xaniyan bibin. Mesrefên van xaniyên erdhejê ku heta 20 salan wade tê dayin, dê ji mexdurên erhejê bên stendin.
Seat neguheriye, bajar hêj nav tozê de ye
Li Semsûrê piştî rakirina kavîlên xaniyên di erdhejê de hilweşînê dest bi çêkirina xaniyên nû, binesaziya bajêr û rêyên xirab bûnê hatiyê kirin. Tevî 3 sal ji ser erdhejê re derbasbûnê jî şopên erdhejê hê zindî ne. Li her derê bajêr înşaateke heye û binesaziya bajêr tê çêkirin. Ji ber çêkirina înşaat û binesaziyê bajarê Semsûrê jî di nav toz û domanê de ma ye. Her wiha yek jî navnîşana erdhejê seata ku li navenda Semsûrê weke sembola bajar bû jî hê di seat 4.18an de ma ye. Ew seat weke bîranîna erdhejê li ser 6ê Sibatê hatiyê nivisîn û seata wê jî dema erdhejê nîşan dide. Êşa erdhejê hem li ser bajêr û hem jî li ser welatiyan zindiyê. Lewma seata bajêr jî hê dema erdhejê nîşan dide û ev yek jî nîşan dide ku Semsûr hê di 6ê Sibatê de ma ye.
Li Semsûrê ji ber erdhejê 420 doz hatin vekirin
Li Semsûrê têkildarî erdhejê bi giştî 420 doz hatin vêkirin. Ji van 310ê wan ji hêla serdozgeriya komarê hatine vekirin. Piranî doz ji mirin çêbûne hatine destpêkirin. Ji van dozan tenê biryara 25-30 dozan hatiye dayîn. Hinek kes ji van dozan ceza girtin hinek jî di pêvajoya temyîzê de ne. Dozên saziyên fermî yên dewletê dane vekirin hêj berdewam dikin. Biryara 390 dozan kubdom dikin hêj nehatiye dayîn.
Sermaya zivistanê û rewşa konteyneran
Li navenda Semsûrê bi giştî 9 bajarên konteyneran hene û 18 hezar û 900 welatî di van konteyneran de dijîn. Tevî sermaya zivistanê hin welatiyan re ji ber ku xanî derneketine, hin welatiyên ji ber tunebûna nikarin derbasî xaniyên ji wan re derktine, welatî neçar dimînin ku di konteyneran de bimînin. Herî zêde jî zarok û kesên temenê wan mezin di konteyneran de ji ber sermayê bandor dibin.
Welatiyên li bajarê konteynere yê li taxa Nû ya navenda Semsûrê dimînin ji ajana me re axivîn.

‘Daxwaza me çekirina xaniyên me ye’
Ji welatiyan Celal Yavûz ku di konteynerê de dijî, bi lêv kir ku di erdhejê de xaniyê wan ê navendê hilweşiya û got ku gelek xizm û nasên wî di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane. Celal Yavûz diyar kir ku ew bi 4 endamên malbatê re 3 sal in di konteyner de dijîn û axaftina xwe wiha domand: “Konteyner 2 metre ne. Em 4 kes in. Tiştên me gişt di konteynerê de ne. Cih tune ye em lê rûnin. Dibêjin em ê xanî çêbikin lê hêj tiştek jî di holê de tune ye. Daxwaza me ew e ku xaniyên me çêbibin û em derbasî xaniyan xwe bibin. Di konteyneran de em pir pirsgirêkan dikşînin, sar e. Tevî 3 sal derbas bûn jî rêyên me hê nehatinê çêkirin, xaniyên me hê nehatinê çêkirin. Piranî welatî hê li dervê ne. Xaniyên çêdikin jî bi pere didin. Yanî dibêjin hûn ê 4 milyar pere bidin ku derbasî xaniyan bibin. Milet ji ber vê rewşe jî maxdur dibin.”









