• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
18 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Komên hikumetê mal û milkên gundewarê Sirînê didizin

    Komên hikumetê mal û milkên gundewarê Sirînê didizin

    Li Îran û Rojhilat şîna 40 rojî bi xwepêşandanan hat pêşwazîkirin

    Li Îran û Rojhilat şîna 40 rojî bi xwepêşandanan hat pêşwazîkirin

    Asayîşa Başûr 10 çeteyên DAIŞê girtin

    Asayîşa Başûr 10 çeteyên DAIŞê girtin

    Zimanzan Sadik Varli pirtûka xwe îmze kir

    Zimanzan Sadik Varli pirtûka xwe îmze kir

    Standa hişmendiya ziman di roja duyemin de didome

    Standa hişmendiya ziman di roja duyemin de didome

    Ji bo vegera efrîniyan amadekariyên dawîn tên kirin

    Ji bo vegera efrîniyan amadekariyên dawîn tên kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Komên hikumetê mal û milkên gundewarê Sirînê didizin

    Komên hikumetê mal û milkên gundewarê Sirînê didizin

    Li Îran û Rojhilat şîna 40 rojî bi xwepêşandanan hat pêşwazîkirin

    Li Îran û Rojhilat şîna 40 rojî bi xwepêşandanan hat pêşwazîkirin

    Asayîşa Başûr 10 çeteyên DAIŞê girtin

    Asayîşa Başûr 10 çeteyên DAIŞê girtin

    Zimanzan Sadik Varli pirtûka xwe îmze kir

    Zimanzan Sadik Varli pirtûka xwe îmze kir

    Standa hişmendiya ziman di roja duyemin de didome

    Standa hişmendiya ziman di roja duyemin de didome

    Ji bo vegera efrîniyan amadekariyên dawîn tên kirin

    Ji bo vegera efrîniyan amadekariyên dawîn tên kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ayşegul Dogan: Pêvajo tevî her tiştî pêşve diçe

Enqere / AW

25 KANÛN 2025 - 14:29
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê li navenda giştî ya DEM Partiyê geşedanên di rojevê de nirxand û got: “Hin kes dibêjin pêvajo xitimiye. Na tevî hemû astengiyan pêvajo pêş ve diçe. Dîsa Entegrasyona Demokratîk ya Sûriyeyê dê Tirkiyeyê jî xurt bike.”  

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê li navenda giştî ya DEM partiyê geşedanên di rojevê de nirxand û anî ziman ku geşedanên awarte pêş bikevin û wiha got: “Ez ê hem li ser planên partiyê yên nû û hem jî geşedanên di rojevê de çend xalan bînin ziman. Helwesta me ya li dijî xizaniyê pir zelal e. Gelê Tirkiyeyê niqaşên li ser butçeyê û axaftinên li ser butçeyê temaşe kir. Mixabin gelê Tirkiyeyê şerê piştî axaftina dawî jî dît. Ev bi xwe nîşan dide ku çima di serdema nû de pêdivî bi zimanekî, nû siyaseteke nû heye. Eger li meclisê kesek nikaribe fikr û ramanê xwe bi awayekî azad bîne ziman dê gelê li Tirkiyeyê çawa karibe fikrên xwe bîne ziman. Em dibêjin zimanê nû divê nebe zimanê sorkirin û êrişkirinê. Divê zimanê herî dijber jî karibe xwe bîne ziman û karibe ji azadiya rêxistinbûnê sûdê bigire. Me ji butçeya 2026an re got na. Me got em ê ji bo butçeya aştî û nan têbikoşin. Pêdiviya Tirkiyeyê ji zimanekî nû ku xizmeta aştî û azadiyê dike heye. Li Tirkiyeyê heqê herî kêm hat aşkerekirin. Butçe û heqê kêmtirîn li gorî daxwaza îktidar û patronan hat diyarkirin. Ev tabloya butçeyê xizanan zêdetir dike û xizaniyê bêtir kûr dike. Me wekî komîsyona DEM Partiyê diyar kir ku divê herî kêm muçeyê kêmtirîn 46 hezar be. Lê muçeyê kêmtirîn 28 hezar û 75 tl hat aşkerekirin. Ev nayê qebûlkirin. Em tenê bi gotina ‘Nayê qebûlkirin’ xwe bi sînor nakin. Em li dijî vê yekê têkoşînê jî pêş dixin. Em ê bi biryar li dijî bêqîmetkirina kedê têkoşîna xwe berdewam bikin. Em careke din dibêjin butçeya 2026an ne butçeya gel e. Nabe bersîva pêdiviya gelê Tirkiyeyê ye. Ev ne butçeya karker, kedkar û kesên ku sermameya wan tuneye ye.”

‘Divê êdî zagonên çareseriyê bêne sazkirin’

Ayşegul Doganê bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî û wiha axivî: “Ev rojev ne tenê rojeva DEM Partiyê ye. Ev rojeva hemû Tirkiyeyê ye. Her kes niqaş dike. Lê em dixwazin erênî bê niqaşkirin û ev niqaş hêviyan xurt bikin. Em dibêjin fikrên cuda, pêşniyar û rexne pêvajoyê lawaz nake. Lê êrişên bi armanc têne kirin. Ev pêvajoyê lawaz dike. Me diyar kir ku me qonaxa yekemîn li pey xwe hişt. Lijneya Navendî ya DEM Partiyê pêngava duyemîn nirxand. Ev pêvajo ji bo me tê wateya rastkirina zagonan û siyaseta ku bi hiqûqê tê xurtkirin. Divê êdî zagon bên rastkirin û destûra bingehîn ji nûve bê sazkirin.”

‘Pêvajo tevî hemû astengiyan pêş ve diçe’

Ayşegul Doganê bal kişand ser pirsên ku têkildarî pêvajoyê têne kirin jî û wiha lê zêde kir: “Pirsên “Pêvajo xetimî?, Hêdî bû, pêş dikeve çawa pêş dikeve…” û gelek pirsên din têne pirsîn. Her kes li gorî xwe bersîva der barê pêvajoyê de dide. Lê em dikarin pir aşkere û zelal bêjin pêvajo li ruxmê her tiştî pêş dikeve. Tevî hemû êrîşan pêşve diçe. Bendewariyên civakî pir zêde ne. Li gorî bendewarî û daxwazên gel pêvajo hêdî dimeşe. Ji bo vê yekê divê zagon bên rastkirin û hiqûq pêş bikeve. Divê ji bo edaleta ku tê xwestin bi lez gav bêne avêtin. Komîsyona Meclisê di 5ê tebaxê de hat avakirin û ji wê rojê heta niha xebatên xwe berdewam dike. Li gelek kes û saziyan guhdar kir. Heta niha 20 civîn pêk anîn. Ev xebatek bi qîmet e.”

‘Divê tu partî berjewendiyên xwe esas negire’

Ayşegul Doganê da zanîn ku hefteya borî her partiyek siyasî cuda cuda raporên xwe pêşkêş kirin û rapor bûn sedema niqaşan û wiha lê zêde kir: “Nerînên partiyên siyasî yên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi van raporan êdî aşkere bû. Divê di demên pêş de partî li ser esasê zagonên ku pêdiviya Tirkiyeyê pê heye bibin yek. Divê partiyên siyasî li ser xalên ku bên kirin li hev kom bibin û berjewendiyên gelên Tirkiyeyê esas bigirin. Niha bi lez pêdiviya Tirkiyeyê bi raporek hevpar heye û ji niha û şûnde pêdivî bi sererastkirina zagonan heye. Me berê jî got ‘Ev komîsyon bi tena serê xwe nikare hin tiştan biguherîne. Lê dikare rê li pêşiya guhertinan veke. Tişta ku em hemû li ser bibin yek, divê bi temamî şer bi rawî bibe, divê bi temamî çek bêdeng bibin. Ji bo vê yekê jî divê zagon ji nûve bên sazkirin. Divê hemû kesên çekan bêdeng kirin bibin parçeyekî vê pêvajoyê û tev li siyasetê bibin. Hin partî bi taybet naxwazin navê meseleyê lê bikin. Lê navê meseleyê lê bikin jî û nekin jî li derve navê meseleyê lê hatiye kirin. Perpirsiyariya vê yekê berpirsiyariyek hevpar û kolektîf e. Divê em bi hevre bi awayekî hevpar vê arka xwe pêk bînin. Divê tu partî li gorî berjewendiyên partiya xwe nêzî meseleyê nebe. Divê her partî ciddî û bi awayekî rast û heqîqî nêzî çareseriya meseleyê bibin. Em bi firsendeke dîrokî re rû bi rû ne. ev mesele 86 milyon kesan eleqeder dike. Ev firsend dê 86 milyon gelê Tirkiyeyê bêtir bi pêş ve bibe.”

Ayşegul Dogan li ser bendewariyê gelê Tirkiyeyê jî rawestiya û got: “Gelê Tirkiyeyê li benda edaletê e. Ji ber vê yekê çavê gel li pakêtên darazê ye. Li aliyekî di butçeyê de li lanê xwe difikirin. Dîsa li aliyê din ji bo edaletê li pakêta darazê difikire. Ji ber ev siberoja her kesî eleqeder dike. Pakêtên ku diviya bû çareseriyê pêş bixe, mixabin çareserî pêş nexist. Pakêta darazê ya 11emîn jî bixabin mînakeke xerab e. Çareseriyê û edaletê bi xwe re nîne. Hesta gel a edaletê careke din şikand. Heta niha tu pakêtên darazê edalet û wekhevî pêk neanîye. Di demên pêş me de, dê li ser hiqûqê guhertin bêne kirin. Em li bendê ne ku ev guhertin rê li pêşiya bêdaletî û bêhiqûqiyê bigire û bi xwe re wekheviyê pêş bixe. Em ê ji bo vê yekê tê bibikoşin.”

‘Entegrasyona Demokratîk dê Tirkiyeyê jî demokratîk bike’

Mijareke din rewşa Bakur û Rojhilata Sûriyeyê ye. Em jî ji nêzik ve dişopînin û hevdîtinên dîplomatîk dikin. Em bawer dikin ku Sûriyeyeke demokratîk dê Tirkiye jî demokratîk bike û bandorê li Tirkiyeyê bike. Em di serî de mutabakata 10ê Adarê û hemû mutabakên din diyalog û muzakereyan esas digirin û dixwazin her tişt bi diyalogê pêş bikeve. Em bawer dikin ku HSD û HTŞ jî bi rêya diyalogê dikarin meseleyê çareser bikin.”

‘Divê hemû gelên herêmê di ewlehiyê de bijîn’

Dîsa em wekî DEM Partiyê ji Tirkiyeyê dixwazin ku rolekî avaker bilîze. Bendewariya birêz Ocalan jî li ser vî esasî ye. Elewî, durzî, kurd û kesên din divê li ser striyan nejîn. Divê xwe di baweriyê de bibînin û bijîn. Divê rageşî pêş nekevin. Ji bo vê yekê divê qanalên diyalogê bêne vekirin. Ku rêya diyalogê bêne vekirin, dê çareserî xurt bibe. Divê her kes karibe azad û li gorî rastiya xwe ya dîrokî û erdnîgarî bijîn. Entekrasyona demokratîk û muzakereyên demokratîk dê hem herêmê û hem jî Tirkiyeyê xurt bike.”

‘Êrîş bi plan in’

Ayşegul Doganê herî dawî bal kişand ser êrîşa zayendî ya li dijî siyasetmedar Leyla Zana û got: “Ev êrîşek bi plan û zanebûn e. Ji ber nasnameya Kurdbûnê ya Leyla Zana ev êrîş têne kirin. Ev êrîş bi tu awayî nayên qebûlkirin.”

 

 

Etîket: AborîaştîAyşegul DoganAzadiDEM PartîXizanî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Endamên komîsyonê yên DEM Partiyê: Rapora pêşnûmeyê neqediyaye

Endamên komîsyonê yên DEM Partiyê: Rapora pêşnûmeyê neqediyaye

17 SIBAT 2026
Li Bakur û Tirkiyê 15ê Sibatê tê şermezarkirin: Bi deh hezaran kesî azadiya Ocalan xwest HATE NÛKIRIN

Li Bakur û Tirkiyê 15ê Sibatê tê şermezarkirin: Bi deh hezaran kesî azadiya Ocalan xwest HATE NÛKIRIN

15 SIBAT 2026
Li Strasbourgê daxwaza azadiya Ocalan û statuya Rojava

Li Strasbourgê daxwaza azadiya Ocalan û statuya Rojava

14 SIBAT 2026
Platforma Bajêr a Amedê bi gelek partiyan re hevdîtin pêk anî

Platforma Bajêr a Amedê bi gelek partiyan re hevdîtin pêk anî

14 SIBAT 2026
Kurdên li Ewropayê berê xwe didin Rojava

Strasbûrg ji bo meşa dîrokî amade ye

14 SIBAT 2026
Li Kamaraya Lordan rewşa Kurdan hat nîqaşkirin

Li Kamaraya Lordan rewşa Kurdan hat nîqaşkirin

13 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji ‘hevkariya leşkerî’ ber bi statuya siyasî ve

    Ji ‘hevkariya leşkerî’ ber bi statuya siyasî ve

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Panela ziman: Kurdî tevî hemû zextan hebûna xwe parast

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 17ê SIBATA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Dorpêç ranebe rewşa Kobanê xeter e’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Deklerasyona TJAyê: 8ê Adarê roja avakirina jiyaneke nû ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi wêneyan pêvajoya entegrasyonê: HSD li baregehan asayîş li wargehan bi cih bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şaredariya Peyasê gotûbêja pirzimanî li dar xist

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Derûnnas Baran Edîş: Ruhê yekîtiyê ji bo Kurdan referans ava kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xelkê Wanê: Ji bihabûnê bereketa Remezanê nemaye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (656)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne