Sendîkayên ku li Îngilistanê kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî’ dimeşînin nameyek hevpar ji Serokwezîr Keir Starmer re şandin û daxwaza parastina Rojava û saziyên wê yên xweser û demokratîk kirin.
Ji Sendîkayên li Îngîlîstanê 9ê wan ê ji xebatkarên trênê û ajokarî, karkerên xwarin û nanpêjiyê, karkerên ragihandin û posteyê, agirkujî, mamosteyan, karkerên xizmetguzariya giştî û civakî û karkerên zanîngehan û kolejan pêk tên ji bo Rojava nameyek hevpar amade kirin.
‘DAIŞî di dema êrişan de hatin berdan’
Sendîkayan di nameya xwe ya ji Serokwezîrê Îngilistanê Keir Starmer re şandine de, diyar kirin ew ji ber êrişên milîsên cîhadîst û hêzên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk gelek bi fikar in û ev tişt hat gotin: “Bi taybetî raporên pêbawer ên ku girtiyên DAIŞê di dema van êrîşan de hatine berdan, metrîsiyeke mezin çêdike.”
Sendîkavan dan zanîn ku Hêzên Sûriyeya Demokratîkê ku bi pêşengiya Kurdan roleke sereke di têkbirina DAIŞê de lîstin û gotin ku Îngilistan û civaka navneteweyî deyndarê wan in. Sendîka anîn ziman ku Kurdan di têkbirina DAIŞê de berdêlên mezin dane.
‘Rojava pêşî li qeyrana mirovî girt’
Di nameyê de sendîkayan gotin ku saziyên demokratîk ên li Rojava û bi taybetî şervanên YPJê bûne hedefa êrîşan û bilêv kirin ku ev yek êrîşeke eşkere ya li dijî azadiya jinan e. Sendîkayan, da zanîn ku êrîşên HTŞê û komên cîhadîst ên girêdayî wan qanûnên navneteweyî binpê kirine û hate gotin ku bi tenê hiştina Rojava dê herêmê dîsa têxe nav qeyranê.
Sendîkayan jî hikûmeta Ingîlîstanê daxwaz kirin êrîşan şermezar bike, li dijî hevkariya komên cîhadîst derkeve, pêşî li ji nû ve rêxistinkirina DAIŞê bigire, piştgiriyê bide parastina Rojava, û gihandina bêasteng a alîkariya mirovî misoger bike.
Sendîkayan, destnîşankirin ku dê tevgera karkeran hevgirtina xwe ya bi gelê Kurd re bidomîne.
Sendîkayên ku di nameyê de îmzeyên wan hene wiha ne:
“Associated Society of Locomotive Engineers and Firemen (ASLEF)
Bakers, Food and Allied Workers Union (BFAWU)
Communication Workers Union (CWU)
Fire Brigades Union (FBU)
Sendîkaya GMB
National Education Union (NEU)
Public and Commercial Services Union (PCS)
Social Workers Union (SWU)
University and College Union (UCU).”













