• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
24 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Erdogan: Em li ser qanûneke çarçoveyê dixebitin

    Erdogan: Em li ser qanûneke çarçoveyê dixebitin

    ‘Em ê li ser bingeha Peymana Medîneyê civaka demokratîk ava bikin’

    ‘Em ê li ser bingeha Peymana Medîneyê civaka demokratîk ava bikin’

    Muslum Yucel qala Bayram Balci kir: Divê em xwedî li bîranînên Bayram derkevin

    Muslum Yucel qala Bayram Balci kir: Divê em xwedî li bîranînên Bayram derkevin

    Dosye – 3: Yên li derveyî komarê hatine hiştin  Komara sed salî zimanê hezar salan tune kir: Di komara qedexeker de rewşa Lazan

    Dosye – 3: Yên li derveyî komarê hatine hiştin
    Komara sed salî zimanê hezar salan tune kir: Di komara qedexeker de rewşa Lazan

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 24ê HEZÎRANA 2026an

    DEM Partî ji bo Mitînga Azadiyê li qadan e

    DEM Partî ji bo Mitînga Azadiyê li qadan e

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Sirri Sakik: Têkoşîna li Rojava ji bo hemû mirovahiyê ye

Agirî / AW

2 SIBAT 2026 - 14:46
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Parlementerê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik di çalakiya ji bo Rojava de axivî û bal kişand ser têkoşîna li Rojava tê meşandin û got: “Têkoşîna li Rojava ji bo hemû mirovahiyê ye.”

Platforma Saziyên Demokratîk li Agiriyê di çarçoveya 1ê Sibatê Roja Piştevaniya bi Rojava re ya Cîhanê li Agiriyê meşek girseyî li dar xist. Girseya ku li Kolana Tahir Elçî kom bû, bi pankarta “Rojava xeta me ya sor e” heta Kolana Cumhuriyetê meşiya. Di tevahiya meşê de dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” hate berzkirin. Parlamenterên DEM Partiyê yên Agiriyê Sirri Sakik û Necla Demîr, endam û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl û welatî tev li çalakiyê bûn.

‘Cîhadîst bûne bela li serê cîhanê’

Piştî meşê, parlamenter Sirri Sakik rexne li siyaseta derve ya hikûmetê kir û got: “Hûn ê ji bo Filistînê hêstiran birijînin, lê dema ku dor tê ser Kurdan, hûn ê piştgiriyê bidin cîhadîstan. Ew cîhadîst bûne bela serê cîhanê. Lêbelê gel û ciwanên Kurd li Rojava û Kobanî ji bo mirovahiyê bedelên mezin dane. Zêdetirî 10 hezar ciwanên Kurd jiyana xwe ji dest dane da ku cîhan ji tundûtûjî û pevçûnan azad bibe. Ev berxwedan ji bo hemû mirovahiyê ye. Têkoşîna li Rojava ji bo hemû mirovahiyê ye.”

‘Berxwedan dê bidome’

Parlamenter Nejla Demîr jî êrişên li ser Rojava şermezar kir û got: “Rojava duh li ber xwe da, îro jî li ber xwe dide. Em êrîşên qirêj ên li ser Rojava şermezar dikin. Bi peymana ku du roj berê li herêmê hat kirin re, şer rawestiya, zarok êdî namirin û gelê Rojava bêhna xwe veda. Ev berxwedan dê bi biryardarî ji bo parastina destkeftiyan berdewam bike.”

Hevserokê DEM Partiyê yê Agiriyê Serhat Yilmaz Koroglû jî axaftinek kir û bal kişand ser pergala Rojava.

Piştî axaftinan çalakî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.

Etîket: 1ê Sibatê Roja Piştevaniya bi Rojava re ya CîhanêPiştgiriya RojavaPlatforma Saziyên DemokratîkRojavaSirri Sakik
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xerîb Hiso: Kongreyeke navneteweyî û garantoriya welatên Ewropî pêwîst e

Xerîb Hiso: Kongreyeke navneteweyî û garantoriya welatên Ewropî pêwîst e

18 HEZÎRAN 2026
‘Em li hemberî darvekirinan bêdeng namînin’

‘Em li hemberî darvekirinan bêdeng namînin’

6 HEZÎRAN 2026
Sirri Sakik bi Serokkomar Erdogan re hevdîtin pêk anî

Sirri Sakik bi Serokkomar Erdogan re hevdîtin pêk anî

4 HEZÎRAN 2026
Siyaseta DYAyê ya ‘Bazirganiyê’: Plana tasfiyekirina destkeftiyên Kurdan

Siyaseta DYAyê ya ‘Bazirganiyê’: Plana tasfiyekirina destkeftiyên Kurdan

1 HEZÎRAN 2026
Hediye Yusuf: Parastina destkeftiyên Rojava bi yekîtiyê pêkan e

Hediye Yusuf: Parastina destkeftiyên Rojava bi yekîtiyê pêkan e

25 GULAN 2026
Li Amedê Konên Çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî hatin danîn

Li Amedê Konên Çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî hatin danîn

16 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • DEM Partî ji bo Leyla Cuma Îbrahîmê serî li ÎHÎKê dan

    DEM Partî ji bo Leyla Cuma Îbrahîmê serî li ÎHÎKê dan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dosye – 3: Yên li derveyî komarê hatine hiştin
    Komara sed salî zimanê hezar salan tune kir: Di komara qedexeker de rewşa Lazan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Di konferansê de ligel ziman gelek mijarên esasî werin niqaşkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 24ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş: Ez ê daxwaza hevdîtinê ya Kiliçdaroglu red bikim

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Muslum Yucel qala Bayram Balci kir: Divê em xwedî li bîranînên Bayram derkevin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Krîza aborî bandor li Ava Sûsê jî kir!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cîhan Denîz û Husnu Ablay li ser gorên xwe hatin bibîranîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em ê li ser bingeha Peymana Medîneyê civaka demokratîk ava bikin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (653)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne