Ji Bask, Katalonya, Galîçya û herêmên cuda yên Spanyayê sendîka û rêxistinan nameyek ji Serokê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê Ian Borg re şand û bang lê kirin ku li hemberî Tirkiyeyê gavên bi lez biavêje, ku mafê hêviyê nas nake.
Di nameya hevpar de ku ji Serokê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê Ian Borg re hate şandin, Tirkiye hate rexnekirin ku biryarên têkildarî ‘Mafê Hêviyê’ yên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi cih nayne. Sendîka û rêxistinên ji Bask, Katalonya, Galîçya û ji herêmên cuda yên Spanyayê bang li Komîteya Wezîran kir ku li dijî Tirkiyeyê bi lez gavan bavêje.
Di nameyê de işaret bi biryara Adara 2014an a DMMEyê ya li ser doza Abdullah Ocalan / Tirkiye (No.2) hate kirin û hate bibîrxistin ku dadgehê tespîta wê yekê kir, cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî yê bêyî derfetê berdana bi şert binpêkirina Xala 3yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye û bang li Tirkiyeyê kir ku reformên qanûnî yên pêwîst bike.
Di nameyê de her wiha hate bibîrxistin ku di civînên Îlona 2024an de ji bo bicihanîna biryaran salek dem ji Tirkiyeyê re hate dayin û hate gotin, Enqereyê di plana çalakiyê ya nû de ku pêşkêş kir, ragihand ku Rêber Apo jî di nav de wê ‘mafê hêviyê’ hikumxwarên cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî yê li wan hatiye birîn derbas nebe û ev nêzîkatiya Enqereyê bi tundî hate rexnekirin. Di nameyê de hate destnîşankirin ku ev helwest li dijî biryarên DMMEyê ye.
Tirkiye mecbûr e berpirsyariyên xwe pêk bîne
Sendîka û rêxistinan diyar kirin ku Tirkiye weke endamekî Konseya Ewropayê û namzetê Yekîtiya Ewropayê mecbûr e ku berpirsyariyên xwe bi cih bîne û bang li Komîteya Wezîran kirin ku li gorî biryarên xwe yên civîna Îlona 2024an tavilê bikeve nava liv û tevgerê.
Di nameyê de hate ragihandin ku bicihanîna ‘mafê hêviyê’ ji bo pêvajoya aştî û demokratîkbûnê ya li Tirkiyeyê girîng e. Her wiha işaret bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya 27ê Sibata 2025an a ji bo fesixkirina PKKê û çekbardanê hate kirin û hate destnîşankirin ku ev gav hem ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê hem jî ji bo çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurdan girîng e.
Sendîka û rêxistinên ku name îmze kirine ev in:
OSTA–Aragón (Rêxistina Sendîkaya Karkeran a Aragonê)
LAB–País Vasco (Langile Abertzaleen Batzordeak) (Komîteyên Karkerên Welatparêz ên Welatê Baskê)
Intersindical Solidària–Valencia (Konfederasyona Sendîkayên Piştevaniyê ya Valenciayê)
ELA–País Vasco (Eusko Langileen Alkartasuna) (Piştevaniya Karkeran a Baskê)
CUT–Aragón (Colectivo Unitario de Trabajadores) (Kolektîfa Karkerên Yekbûyî ya Aragonê)
IAC–Catalunya (Intersindical Alternativa de Catalunya) (Konfederasyona Sendîkayên Alternatîf ên Katalonyayê)
CSI–Asturias (Corriente Sindical de Izquierda) (Herikîna Sendîkayî ya Çep a Asturiasê)
CIG–Galicia (Confederación Intersindical Galega) (Konfederasyona Sendîkayan a Galiçyayê)
ESK–País Vasco (Euskal Sindikatua Konfederazioa) (Konfederasyona Sendîkayên Welatê Baskê)
CGT Burgos (Confederación General del Trabajo) (Şaxê Burogsê, Konfederasyona Karker a Giştî)
Colombia Humana – Madrid (Kolombiya Mirovî – Madrid)
RAM–Madrid (Red de Apoyo Mutuo) (Tora Alîkariya Beramber – Madrid)
Confederación Intersindical (Konfederasyona Sendîkayan)