Enqere – Hevserokê Kombendê Civakî yê Efrînê Îbrahîm Heftaro diyar kir ku tevî peymanê jî hezên Tirkiyeyê yên li Efrînê venekişiyanê û got: “Hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê li 5 gundên Efrînê bi cih bûne. Şêniyên 5 gundan ji ber hezên lêşkerî yên Tirkiyeyê ji ber dagirkeriya Tirkiyeyê nikarin vegerin li cih û warên xwe.”
Piştî peymana 30ê Çileyê ya entegrasyona di navbera Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî ya Şamê berdewam dike. Yek jî mijara herî girîng a peymanê vegera şêniyên ji Efrîn, Serêkanî û Girêspiyê ber bi cih û warên xwe ve ye. Şêniyên Efrînê yên koçber bûne piştî 8 salan kom bi kom vedigerin li cih û warên xwe. Koma yekêm a ku bi 400 malbatiyan pêk dihat, di 9ê Adarê de vegeriyan cih û warên xwe. Herî dawî jî koma 2an a koçberan ku ji 200 malbatan pêk dihat jî di 4ê Nîsanê de vegeriyan Efrînê. Vegera koma 3emîn a şêniyên koçber bûne jî 2 caran hat paşxistin û li bendeyê koma 3emîn ku ji 200 malbatan pêk tê jî dê di van rojan de vegerin cih û warên xwe.
Tirkiyeyê piştî sala 2018an Efrînê dagir kir û li şûna cih û warên welatiyên Kurd ên ji neçar mane ku koçber bibin, welatiyên Ereb bi cih kirin. Her wiha komên çekdar ên giredayî Tirkiyeyê jî li Efrînê hatin bi cihkirin û welatiyên Kurd yên dest ji Efrînê bernedabûn jî bi destdirêjayî, kuştin û revandinê re rû bi rû man. Tirkiyeyê ku baregehên xwe yên lêşkerî jî li Efrînê bi cih kiribûn, li gor peymanê divê ji herême derbikeve. Lê tevî peymanê jî li Tirkiyeyê li 5 gundên Efrînê baregehên xwe ranekirin û nahêle welatiyên Kurd vegerin li cih û warên xwe. Hevserokê Kombendê Civakî yê Efrînê Îbrahîm Heftaro tekildarî bandora Tirkiyeyê ya li ser Efrînê û vegera koçberan ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
‘Efrînî piştî koçberiya 5 caran vedigerin cih û warên xwe’
Îbrahîm Heftaro bi bîr xist ku piştî dagirkirina Efrînê welatî 5 caran neçarî koçberiyê bûne û ev tişt anî ziman: “Welatiyên Efrînê ji zor û zahmetiyên mezin derbas bûn. Piştî peymana di navbera Rêveberiya Xwesr û Hikumeta Şamê koçberên Efrînê jî vedigerin li cih û warên xwe. Me di serî de daxwaz kiribû ku em bi gelê xwe, bi giştî di careke de bi rê bikin lê ew ne pêkan bû û me biryar da beş bi beş malbatan bişînin. Ji koçberan 2 beş gehiştin Efrînê. Em jî niha li ser şandina beşa 3emîn dixebitin. Me amadekariyên xwe hemû temam kirin. Hem ji aliyê lojîstîk hem jî ji aliyê rêkirina koçberan ve em amade ne. Lê biryara vegerê di navbera Rêveberiya Xweser û Hikumeta Şamê de pêk tê. Ji bo vegera koma 3emîn jî hê dîrokek nehatiyê diyarkirin. Gelê me jî dixwaze rojeke beriya rojeke vegere. Lê heta em bi rênekevin em nikarin bêjin ew koma 3emîn vedigere. Ji ber ku her tim veger tê taloqkirin.”
‘Çi bibe bila bibe, em ê vegerin’
Îbrahîm Heftaro bi lêv kir ku komên çekdar ên giredayî Tirkiyeyê hê jî bi temamî ji Efrînê derneketine û wiha got: “Ne tenê Efrîn, rewşa Suriye bi giştî pir xirab e. Ne tenê welatiyên li Efrînê, mîsogeriya tu welatiyan tune. Çeteyên giredayî Tirkiyeyê hê jî di Efrînê de ne. Van çeteyan gelê Efrînê komkujiyeke re derbas kirin. Yên di malên Efrînî de ne jî divê derbikevin. Erê Efrîn ne weke berê ye başbûnek heye lê hezên asayîşa li wir ne Efrînî ne. Yên Efrînê biparêzin zarokên Efrînê ne. Welatiyên Efrînê jî ji ber vê yekê bifikarin. Em hevî ne di demekê nêz de rewşa Efrînê ber bi çav bê girtin û welatiyên Efrînê hem di asayîşê de cih bigirin û rêveberiyê de cih bigirin. Weke gelê Efrînê me soza vegere daye. Me bikujin jî em ê vegerin. Çi bibe bila bibe em ê vegerin.”
‘Li Efrînê 5 gund di bind dagirkeriya Tirkiyeyê de ne’
Di berdewama axaftina xwe de Îbrahim Heftaro destnîşan kir ku tevî peymanê jî dewleta Tirkiyeyê hezên xwe yên lêşkerî ji Efrînê venekişandiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo kesên li malên welatiyên Efrînî hatinê bicihkirin li wir derkevin û Efrînî li malên xwe bi cih bibin, em ê hemû rê û rêbazên qanûnî biceribînin. Ew kesên Ereb ku di malên Efrînî de bi cih bûnê divê derkevin. Êdî an bixwe dê derbikevin an jî dê bi qanûnan derkevin. Ew kesên li wir jî ne ji ber Hikumeta Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê li wir in. Li Efrînê 5 gundan hezên lêşkerî yên Tirkiyeyê li wir hatinê bicihkirin û welatî ji ber vê yekê nikarin vegerin li cih û warên xwe. Nahêlin welatî vegerin gundên xwe. Daxwaza welatiyên wî gundî jî ew ê ku ew gund ji Tirkan be valakirin û welatî karibin derbasî gundê xwe bibin. Anku xaniyên welatiyan desteser kirine. Heke Efrîn parçeyek ji Sûriyeyê be divê hêzên girêdayî Tirkiyeyê li wir tune be. Divê Hikumeta Şamê bi rol û rista xwe tevbigere, hezên Tirkiyeyê ji wan gundên sivîl derxînin.”
‘Rewşa Serêkanî û Girê Spî ji Efrînê xirabtir e’
Îbrahîm Heftaro di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser rewşa koçberên ji Girê Spî û Serêkanî û wiha domand: “Rewşa koçberên ji Serêkanî û Girêspî hêj xirabtir e. Ew Erebên ketinê xaniyên welatiyên Kurd qet derneketine. Ew çeteyên giredayî Tirkiyeyê heta niha li wan herêman in. Welatiyên Serêkaniyê hêj di konan de ne. Divê welatiyên ji Serêkanî û Girê Spiyê jî demildest vêgerin li cih û warên xwe.”










